Bi deh hezaran şehîd Egîd Cîlo oxir kirin

Cenazeyê fermandarê YPG‘ê Metîn Çiftçî (Egîd Cîlo) ku 13’ê Sibatê de li Qamişloyê di encama qezaya tirafîkê de, şehîd bû ji aliyê deh hezaran ve hate veşartin.

Bi deh hezaran şehîd Egîd Cîlo oxir kirin
Bi deh hezaran şehîd Egîd Cîlo oxir kirin
Bi deh hezaran şehîd Egîd Cîlo oxir kirin
Bi deh hezaran şehîd Egîd Cîlo oxir kirin
Bi deh hezaran şehîd Egîd Cîlo oxir kirin
Bi deh hezaran şehîd Egîd Cîlo oxir kirin
Bi deh hezaran şehîd Egîd Cîlo oxir kirin
Bi deh hezaran şehîd Egîd Cîlo oxir kirin
Bi deh hezaran şehîd Egîd Cîlo oxir kirin
16 sibat, 2019   18:00

QAMIŞLO

Bi deh hezaran welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca oxirkirinê cenazeyê fermandarê YPG‘ê Metîn Çiftçî (Egîd Cîlo) ku 13’ê Sibatê de li Qamişloyê di encama qezaya tirafîkê de, şehîd bû li ber Nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê kom bûn, piştî ku cenaze wergirtin bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Kerwanê cenaze li gel berzkirina dirûşmeyê dilsoziya bi şehîdan re di nava kolanên bajêr û sûka navendî de geraya.

Li Goristanê Şehîd Xebat Dêrikê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin û û ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve merasîma leşkerî hate lidarxistin.

Ji fermandarên YPG‘ê Mahir Dêrik axivî û sersaxî ji malbata şehîd û tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevalên şehîd re xwest û got, şehî Egîd bû stêrkeke li esmanê azadiyê.

Dêrik her wiha got: "Şehîd ji bo rizgarkirina gelên bindest canê xwe feda dikin. Şehîd Egîd 27 salan di nava têkoşînê de bû, ji çiyaya û her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn kir, herî dawî li Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji bo azadiya gelê xwe û vejandina çand û zimanê Kurdî kedeke mezin da, xwena xwe ya avakirina nifşekî ku bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibe bi cih anî."

Di merasîmê de endamê Koordînasyona Giştî ya Komîteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Metîn Cîhan jî axivî û ev tişt anî ziman: "Şehîd Egîd tevlî kerwanên şehîdan bû, di jiyana xwe ya têkoşînê de xizmeteke mezin da gel û welatê xwe, bingeha têkoşîna xwe ji ramanê Ocalan girtibû, em ê jî heta dawiyê şopdarên xeta wî bin."

Dayika şehîd Egîd bi rêya telefonê axivî û sersaxî ji tevahî gelê Kurd re xwest û got, Egît ji 20 saliya xwe ve rêya têkoşînê hilbijart, ji bo gelê xwe û vejandina zimanê dayikê kedeke mezin da. Dayika şehîd Egîd bang li dayikên beşdarî merasîmê bûne tilîliyan bavêjin û got: "Egîd bûye zavayê Kurdistanê."

Nasnameya şehîd Egîd hate xwendin û radestî Meclisa Malbatên Şehîdan hate kirin.

Girse cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA