Şehîdên Erka Xweparastinê bi merasîmekê girseyî hatin veşartin

Bi sedan şêniyên gundewarên Dêrazorê cenazeyê 3 şervanan Erka Xweparastinê ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibûn bi merasîmekê spartin axê.

Şehîdên Erka Xweparastinê bi merasîmekê girseyî hatin veşartin
Şehîdên Erka Xweparastinê bi merasîmekê girseyî hatin veşartin
Şehîdên Erka Xweparastinê bi merasîmekê girseyî hatin veşartin
Şehîdên Erka Xweparastinê bi merasîmekê girseyî hatin veşartin
Şehîdên Erka Xweparastinê bi merasîmekê girseyî hatin veşartin
Şehîdên Erka Xweparastinê bi merasîmekê girseyî hatin veşartin
Şehîdên Erka Xweparastinê bi merasîmekê girseyî hatin veşartin
16 sibat, 2019   17:28

DÊRAZOR

Şêniyên bajarokê Bisêra û gundên wê cenazeyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Nayîf El-Hemed, Ehmed Casim El-Hisên û Fûad Hirêş ku 9‘ê Sibatê de di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen oxir kirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û torana leşkerî ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir.

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Demhat Tirbespiyê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Em bejna xwe li ber giyanên şehîdên leheng ditewînin, şehîd mişeleya têkoşîn û berxwedanê ne, bi saya fedekariya wan terora DAIŞ‘ê têk diçe û warê me jî tarîtiyê ronî dibe."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama meclisê Suha Mihemed jî axivî û got: "Şehîd sembola fedayîtiyê ne, ji bo jiyaneke bi azad û rûmet giyanên xwe feda kirin û wê hertim di bîra me de bin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sabirîn Mihemed nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin. Her wiha nasnameya şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulhemîd Tebhan, Abdullah El-Mutleg, Malik Salih, Ebdulqadir El-Elî û Ebdulrezaq El-Tamê ku di 19‘ê Sibatê de û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Emîn El-Hemada ku 26‘ê Mijdara 2018‘an de di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibûn eşkere kir.

Cenzeyê her sê şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

ANHA