Buroya Karûbarên Mirovî girêdayî destavêtina li dijî karmendekê daxuyanî da

Buroya Karûbarên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûyera destavêtinê li dijî endama Rêxistina Welatiyên Geşkirinê şermezar kir û piştgiriya xwe bi xebatkarên karûbarên mirovî teqez kir.

Buroya Karûbarên Mirovî girêdayî destavêtina li dijî karmendekê daxuyanî da
16 sibat, 2019   16:58

GIRÊ SPÎ

Buroya Karûbarên Mirovî girêdayî bûyera destavêtinê li dijî endama Rêxistina Welatiyan  a Geşpêdanê Rîm El-Nasir bi rêya diyarkirina 6 xalan şermezar kir:

Hevala me Rîm El-Nasir endama Rêxistina Welatiyan a Geşkirinê di roja 14`ê Sibata 2019`an de ji hêla 4 kesan ve rastî lêdanê hat û milkên wê jê hatin dizîn."

Wek Buroya Karûbarên Mirovî em vê bûyerê şermezar dikin. Em piştîgirî û desteka tevahiya xebatkarên Karûbarên mirovî û sivîl dikin.

Ji bo bicihanîna karê mirovî di bêaliyê, serxwebûnê û mirovahiyê de me dît ku pêwsîte hindek xala werin zelalkirin:

Rêxistina Welatiyan a Geşkirinê di warê perwerdehiyê de dixebite û ji Buroya Karûbarên Mirovî ruxset girtiye. Proje û xebatên wê bi çavdêriya buroyê û bi koordîneya Komîteya Perwerdeyê ya Reqayê têne meşandin.

Karê rêxistinê di warê mirovî de ye, ji ber wê nabe ku kesek endamên wê bi çalakvanê medenî yan jî siyasî îzah bike.

Êrîş bi armanca diziyê hat û kesên êrîş pêk anîne sivîl in.

Yek ji kesên ku êrîş pêk anîne(X.A.M) di êrîşê de ji hêla hevala me hate naskirin.

Bûyera ku li dijî hevala me hate kirin em  biçûk nabînin, em dixwazin bûyerê di çarçoveya wê ya asayî de şermezar bikin. Rêxitin rastî gelek astengiya û xeteriyan hatine û heta ku şehîd jî dane."

Hindek çapemeniyên girêdayî Tirkiyê îdia kirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqayê êrîşî Rîm El-Nasir kirine.

(şx)
ANHA