Mike Pines: Em ê li hember kirîna Tirkiyê S-400 a Rûsî bêdeng nemînin

Cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pines, Tirkiyê ji kirîna pergala parastinê ya S-400 hişyar kir, piştî ku Tirkiyê muhleta yekemîn a rawestandina firotinê red kir.

Mike Pines: Em ê li hember kirîna Tirkiyê S-400 a Rûsî bêdeng nemînin
16 sibat, 2019   16:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Marin Corp Times ya Amerîkî, cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pines di kongreya Munich a ewlehiyê ku li Almanyayê tê lêdarxistin de got, DYA`yê wê li hember kirîna Tirkiyê ku wek hevalbendê NATO`yê tê hesibandin, çekan ji Rûsya bêdeng bimîne.

Li gorî berpirsek Amerîkî ji rojnameya Times ragihandibû, DYA`yê di 15`ê Sibatê de wek demek dawî ji Tirkiyê re diyar kiribû ku kirîn pergala parastinê S-400 ji Rûsya rawestîne. Eger Tirkiyê daxwaze Amerîkayê red bike, wê firotina pergala parastinê Patiryot a Amerîkî were rawestandin.

Berpirsê Amerîkî wiha got: "Em bi Tirkiyê re zelal bûn. Eger S-400 bikire, em Patiryotê nadin wê."

Rayedarên Amerîkayê tekez kirin ku eger Enqere S-400 ji Rûsya bikire ev tê wateya ku Washington dê firotina moşekên Patiryotê bi buhaya 3 milyar û 500 miliyon dolar Amerîkî ji hilberîna şirketa Raytheon betal bike.

Her wiha dê kirîna balafirên şer F-35 ên Amerîkî betal bibe û dibe ku bighêje asta ferzkirina cezayên Amerîkî li ser Tirkiyê.

Daxuyaniya Mike Pines di dema ku çavkaniyên çapemeniya Tirk gotin ku Receb Tayyîp Erdogan di roja şemiyê de ragihandiye ku ew dest ji kirîna S-400 ji Rûsya bernade.

Endama NATO`yê Tirkiyê got ew ê pergala parastinê ji Rûsya bikire ruxmî hişyariyên NATO`yê ku dibêjin pergala S-400 nabe bikeve pergala parastinê ya NATO`yê.