Rojeva çapemeniya erebî

Hewldanên şandêrê navdewletî yê Sûriyê Geir Pedersen ên çareseriya aloziya Sûriyê, şerê QSD`ê li dijî DAIŞ`ê û mijara Yemenê û rewşa Tirkiyê di rojeva rojnameyên erebî yên îro de bûn.

Rojeva çapemeniya erebî
16 sibat, 2019   10:07

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ereb: Geir Pedersen endezyarê peymana Osloyê planeke nû amade dike

Der barê hewldanên amadekirina planeke siyasî ya nû li Sûriyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Şandêrê nevdewletî yê nû ji bo dosyaya Sûriyê Geir Pedersen dide xuyakirin ku di hişê wî de planek heye. Pedersen çû Berlîn, Parîs, Tehran, Enqere, Qahîre, Moskov û Riyadê da ku ji bo aloziya Sûriyê plana çareseriyeke nû derxe û piştgiriya van paytextan bistîne."

Rojnameyê wiha dewam kir: "Li paş perdeyê behsa "Xezaya duyemîn" li Idliba Sûriyê tê kirin, her wiha  behsa otonomiya Kurdan li bakur li herêma Tirkiyê ya ewle ku dixwaze pêk bîne da ku li ser sînorê wî pergaleke kurdî çênebe û nebe mîna Kurdistana Iraqê li bakurê Sûriyê, tê kirin. Lê xuya ye ev têrê nake, ji ber ku El-Esed hewce ye ku desthilatdariya xwe li tevahiya Sûriyê biçespîne ta ku karibe vegere nava civaka navdewletî. Hin dewletên erebî û Amerîka jî vê yekê napejirînin."

El-Heyat: Kurdan lihevhatina bi DAIŞ`ê re derewand

Der barê hemleya leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo tunekirina DAIŞ`ê de rojnameya El-Heyat ev tişt nivîsî: "Amerîka û Ewropa behsa tunekirina metirsiya DAIŞ`ê dikin, di mijara vekişandina hêzên Amerîkayê de daxuniyên rayedarên leşkerî yên Amerîkayê nakok in. Di vê navberê de fermandarekî leşkerî yê QSD’ê diyar kir ku wan şerê li dijî DAIŞ`ê ranewestandiye û bi DAIŞ`ê re tu lihevhatin nekirine, her wiha tekez kir ku "tunekirina çeteyan nêzîk e" û çete tenê di qadeke nêzî 1-2 km de li bajarokê Baxozê mane."

Bervdevka QSD`ê Lîlwa Ebdullah ji El-Heyat re wiha got: "Şerê ji bo tunekirina DAIŞ`ê li bakurê Sûriyê dewam dike, pevçûnên dijwar di navbera şervanên me û çeteyan de rû didin." Her wiha diyar kir ku hêzên wan giran bi pêş dikevin, ji ber mayinan û ji ber ku DAIŞ sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin."

Lîlwa Ebdullah diyar kir hêzên wan ji bo veguheztina sivîlan rêyên ewle vekirine û rojane bi sedan sivîl derdikevin herêmên rizgarkirî". Her wiha diyar kir ku wan bi DAIŞ`ê re tu lihevhatin nekiriye û di demeke nêz de dê rizgarkirina tevahiya bakurê Sûriyê ragihînin."

Sûdan

Di mijara Sûdanê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Roja înê dîsa li taxên paytext û bajarê Xişim El-Qirbe ê li rojhilat xwepêşandanên li dijî rejîmê derketin, hikumetê jî gef li welatiyan xwarin ku ew ê li dijî kesên xwepêşandanan bi rêxistin dikin tedbîrên zagonî bigirin û ew bi tundiyê û xirabkirina ewlehiya welat tawanbar kirin."

Yemen

Di mijara Yemenê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Li eniya Hecûr ya parêzgeha Hice ya Yemenê duh pevçûn rû dan û hêzên Hûsiyan jî berê xwe da rojhilatê bajarokê Keşir. Li gorî çavkaniyan di şerên di navbera Hûsiyan û êlên herêmê de nêzî 25 Hûsî hatine kuştin."

Tirkiye

Der barê rewşa Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha got: "Enqerê fişarên li dijî partiyên Tirkiyê yên dijber û bi taybet ên alîgirên Kurdan zêde dike, ev fişar beriya hilbijartinên herêmî ku di meha adarê de pêk bên, têne kirin. Piştî hewldanên qelskirina van partiyan, hikumetê roja înê meşên ji bo piştgiriya parlamentera HDP`ê Leyla Guven ya di grevê de, her wiha ji bo piştgiriya lîderê Partiya Parkerên Kurdistanê (PKK) Abdulah Ocalan, qedexe kirin. Enqerê li dijî dijberan tundiyê bikar tîne da ku alîgirên xwe berhev nekin, her wiha ji bo tirsandina hilbijêran."

(kn)