Komplo li Şamê hate protestorkirin

Greva birçîbûnê ya li paytexta Sûriyê Şamê ku 37 kes ji taxên Zorava û Ruknedîn tevlî bibûn bi meşekê bi dawî bû.

Komplo li Şamê hate protestorkirin
Komplo li Şamê hate protestorkirin
Komplo li Şamê hate protestorkirin
Komplo li Şamê hate protestorkirin
15 sibat, 2019   20:05

ŞAM

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî û tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh 37 kes ji şêniyên taxên Zorava û Ruknedîn ên paytexa Sûriyê Şam ketinbû greva birçîbûnê.

Greva birçîbûnê îro bi meşekê bi dawî bûn. Bi dehan kes tevlî meşê bûn.

Meş ji pêşiya Mala Gel a taxa Zorava dest pê kir.  Her kesî dukanên xwe girtibûn û tev li meşê bû.

Çalakgeran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşer Leyla Guven û pankarên "Em tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin" vekiribûn û bê navber dirûşmeyên şermezarkirina komplo û tecrîdê û silavkirina berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê diavêtin.

Meş li kolanên taxê geriyan û li kolana sereke ya taxê rawestiya.

Li vir bi navê TEV-DEM axaftin hatin kirin. Di axaftinan komploya 15‘ê Sibatê hate şermezarkirin û berxwedana Ocalan hate silavkirin. Hate gotin ku Ocalan Komploya navnetewî vala derxistin.

Her wiha hate teqezkirin ku çalakiyên ji bo azadiya Ocalan dê berdewam bin, ji ber ku azadiya Ocalan azadiya tevahî gelan e.

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA