Ciwanên Minbicê ji bo şermezarkirina 15`ê Sibatê meşiya

Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Minbic û gundewarê ji bo şermezarkirina komployan navneteweyî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek bi meşalayan kirin.

Ciwanên Minbicê ji bo şermezarkirina 15`ê Sibatê meşiya
15 sibat, 2019   20:02

MINBIC

Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbic û gundewarê wê li ber nexweşxaneya Firatê kom bûn. Ciwanan meşale, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşer Leyla Guven, pankartên bi nivîsa `Bi berxwedanê em ê komployê bişkînin` hilda bûn.

Ciwanan ji ber nexweşxaneya ber bi Stada Beledî ve meşiyan û sloganên azadiya Ocalan berz kirin.

Meş li ber Stada Beledî rawetiya. Piştî deqeya rêzgirtin, bi navê Yekîtiya Jinên Ciwan endama rêveber a yekîtiyê Çiya Ibrahîm axivî û got berxwedana Leyla Guven bingeha xwe ji berxwedana Îmraliyê digire. Çiya soza şopandina rêya berxwedana jinan li tevahiya cîhanê û berxwedana Leyla Guven da.

Paşê bi navê ciwanan hevserokê Yekîtiya Werzîş û Ciwanan Mihsên El-Casim axivî û komploya navneteweyî şermezar kir. Mihsên anî ziman ku armanca komployê nixumandina fikra neteweya demokratîk û azadiyê bû.

Mihsên destnîşan kir ku Ocalan bi rêya felsefeya xwe gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin yek û ji wan re bingehek ji bo ku xwe ji siyasetên dijber biparêzin ava kir.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên azadiya Ocalan bi dawî bû.

(şx)

ANHA