Kilîd li deriyê Mîr Mûzikê û Weşanxaneya Mezopotamyayê dan

Piştî ku hikûmeta Elman biryar da ku şîrketa prodeksiyonê ya Mîr Muzîkê û Weşanxaneya Mezopotamyayê were girtin, kilîd li deriyê du saziyan hate xisitin.

Kilîd li deriyê Mîr Mûzikê û Weşanxaneya Mezopotamyayê dan
12 sibat, 2019   13:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Elman berê sibehê li bajarê Neussê yê Elmanyayê bi ser saziyên Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê de girtin.

Dema polîsan bi ser saziyan de girtin, Wezareta Karê navxwe daxuyaniyek da û diyar kir ku biryara gritina du saziyan hatiye standin.

Li ser vê deriyê  Mîr Muzîkê û Weşanxaneya Mezopotamyaye hate girtin. Polîsan dest li ser têkberên her du saziyan danîn.

Bi fermana Wezîrê Navxwe yê Elman Horst Seehofer ku siyasetmedarê muhafezkar û rastgir e, du saziyên girîng ên Kurdan ên çand û hunerê Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê hatin qedexekirin.

Polîsan îro li Neussê bi ser navendên van du saziyan de girt. Seehofer ragihand xebatên Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê hatine qedexekirin.

8'ê Adarê ya 2018'an jî polîsan bi ser Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Multîmedîayê de girtibû. 3 rojan polîsan li van saziyan lêgerînên xwe domandibû, bi gelek qemyon û TIR'an dest li ser pirtûk, albûm, arşîv û cîhazên tomarê dabîbûn.