Partiya El- Wehde Demokratîk a Kurd li Sûriyê piştgirî da Rêveberiya Xweser

Şandeyek ji Partiya El-Wehde Demokratîk a Kurd li Sûriyê serdana navenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li navçeya Eyn Îsayê kir.

Partiya El- Wehde Demokratîk a Kurd li Sûriyê piştgirî da Rêveberiya Xweser
12 sibat, 2019   12:48

GIRÊ SPÎ

Şandeyek ji Partiya El-Wehde Demokratîk a Kurd li Sûriyê serdana navenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li navçeya Eyn Îsayê kir. Hevserokên Meclisa Rêveber a Bêrîvan Xalid û Ebid El- Mihbaş, Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûd û Cîgira Hevserokatiyê EIlîzebêt Gewriyê pêşwaziya Partiya El-Wehde Demokratîk a Kurd li Sûriyê kirin. Şande ji Mûsa Kino, Abdîn Bekir, Emel Etî, Niştîman Hacî Murad, Dr. Zekeriya Mehmûd, Azad Mislim, Arif Hiso û gelek endam û berpirsên di partiyê de pêk dihat.

Endamên şandeyê di serdana xwe ya yekemîn ji Rêveberiya Xweser de kar û xebatên di xizmeta sivîlan de pîroz kirin û xwestin ku xizmeteke baş ji şêniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bê kirin.

Endamên şandeyê diyar kirin ku ew amade ne da ku bi kadroyên xwe piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin.

(jo/bm)

ANHA