Ji ber zarokê wî di nexweşxaneya Tirkiyê de ye ew metirsîdar e!

Welatiyekî ji bajarê Idlibê bi riya dengê xwe yê ku hatiye qeydkirin metirsiya xwe li ser zarokê xwe yê şewitiyê ku niha li nexweşxaneya Iskenderonê, anî ziman.

Ji ber zarokê wî di nexweşxaneya Tirkiyê de ye ew metirsîdar e!
Ji ber zarokê wî di nexweşxaneya Tirkiyê de ye ew metirsîdar e!
Ji ber zarokê wî di nexweşxaneya Tirkiyê de ye ew metirsîdar e!
Ji ber zarokê wî di nexweşxaneya Tirkiyê de ye ew metirsîdar e!
Ji ber zarokê wî di nexweşxaneya Tirkiyê de ye ew metirsîdar e!
Ji ber zarokê wî di nexweşxaneya Tirkiyê de ye ew metirsîdar e!
Ji ber zarokê wî di nexweşxaneya Tirkiyê de ye ew metirsîdar e!
12 sibat, 2019   11:54

ŞEHBA

Li gorî dengê qeydkirî yê ku duh hatiye weşandin, welatiyê bi navê Mirsed Sebat Ebû Meşel bang li fermandariyên Dergeha Bab El-Hewe dike û dibêje ku piştî şewata li kampa Etma rewşên sivîlan xerab e.

Mirsed diyar kir ku, wî dixwest bi zarokê xwe yê şewitê derbasî nexweşxaneya Iskenderon bibe, lê artêşa dagirker a Tirk nehişt ku bi zarokê xwe re  biçe. Mirsed got zarokên wan êdî bûne wekî lîstok di destê Tirkiyê û nexweşxaneyên wê de.

Mirsed anî ziman ku ew dixwaze bizanibe kî bi zarokê wî re ketiye nexweşxaneyê û teqez kir ku ji ber van binpêkirinan dê koçberên kampa Etma li dijî dewleta Tirk û siyasetên wê, serhildanan lidar bixin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku gelek agahî têkildarî bazirganiya bi parçeyên nexweşên Sûriyê li Tirkiyê belav bûne.

Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyê bi bîr xist ku, ji destpêka aloziya Sûriye heta niha artêşa Tirk li ser sînor 420 sivîl qetil kirine.

(fr)

ANHA