Mamoste û xwendekarên Kobanê 15`ê Sibatê şermezar kirin

Bi deh hezaran xwendekar û mamosteyên kantona Kobanê bi armanca şermezarkirina Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek li dar xist.

Mamoste û xwendekarên Kobanê 15`ê Sibatê şermezar kirin
Mamoste û xwendekarên Kobanê 15`ê Sibatê şermezar kirin
Mamoste û xwendekarên Kobanê 15`ê Sibatê şermezar kirin
Mamoste û xwendekarên Kobanê 15`ê Sibatê şermezar kirin
10 sibat, 2019   13:30

KOBANÊ

Bi deh hezaran mamoste û xwendekarên gund û bajarokên kantona Kobanê ji bo şermezarkirina Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navenda bajarê Kobanê kom bûn û meşek li dar xist.

Hejmareke zêde ya xwendekarên dibistanên kantonê tev li meşê bûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn û endamên Hêzên Parastina Civakî jî parastina meşê kir.

Di meşê de pankartên bi nivîsa "Berxwedana Leyla Guven berdewam bikin û rêber Apo azad bikin", "Bêdengiya navdewletî mohreke reş e li ser eniya mirovahiyê" hatin hildan.

Meş li Qada Şehîd Egîd a nêzî sînorê Tirkiyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de mamoste Rûken Mihemed û mamoste Feysel Mayiûf daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Wekî tê zanîn 20 sal beriya niha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komplo û bêbextiyeke ku li ser rûyê erdê nehatiye dîtin, hate dîlgirtin û li girava Îmraliyê, di nav şert û mercên pir giran û xeternak de wek rehîn tê ragirtin. Bêbext û komplogerên sermeyader, wisan bû ku qey dê bi vê bêbextiyê çokan bi gelê Kurd bidin erdê û dîsa wekî her carê serhildanên gelê Kurd teslîm bigirin. Lê bêbext û komplogeran ji bîr kiribû ku êdî gelê Kurd ne Kurdên berê ne, ku bi awir û kezeba şewitî di nava pençên bêçaretiyê de, bê deng û xwedî li sêdara serok û rêberên xwe binêrine. Êdî gelê Kurd ne ew gelê berê ye ku din nava bêhêvîtiya çerxa felekê de li benda qedera xwe bimîne.

Divê bêbext, komploger û dagirkerên Kurdistanê baş bizanibin ku gelê Kurd bi felsefeya Apoyî û bi pêşengiya Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Sara, Zîlan, Arîn û Avestayan çembera çerxa felekê çirand û biryara nivîsandina dîrok û diyarkirina qedera xwe da. Îro jî li ser rêya wan egîd, leheng û jinan, bi pêşengiya Leyla Guven, Nasir Yaxiz, Îmam Şîş û hevrêyên wan, bi vîneke ji pola li hemberî çerx û tecrîda bêbext û dagirkeran a li ser Rêberê Gelê Kurd berxwedaneke bêhempa tê meşandin. Li hemberî vê berxwedan û qîrîna wan lehengan ku li erd û ezmanên heft parzemînên cîhanê degvedayî, divê cîhana bêdeng ji xwe fedî bike. Ma heya kengî dê ew cîhan çavên xwe li rastiyan bigire û wekî koran tev bigere? Ma heya kengî dê ev cîhan xwe di pişt perdeya rûreşiyê de veşêre û wekî ker û lalan bê deng û şermok bimîne? Li hemberî vê, kanê dengê Neteweyên Yekbûyî? Kanê dengê saziyên nevneteweyî yên mafên mirovan? Kanê Dadgeha Mafên Mirovan, ka CPT?

Em wek qada perwerdeyê vê komplo û bêbextiya ku di kesayeta Rêberê gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan de li hemberî tevahiya gelê Kurd û mirovahiyê hatiye kirin, lanet û şermezar dikin. Di heman demê de em bêdengiya dewlet û saziyên navneteweyî jî şermezar dikin. Em bang li tevahiya saziyên neteweyî û navnetewyî yên mafên mirovan, bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û li tevahiya mirovahiyê dikin ku li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin û tev li dengê Leyla, Nasir û Îmaman bikin, da ku em rastî tu trajediyên nû neyên û bi hev re bigihîjin rojên azad û birûmet."

Tê zanîn ku 15`ê Sibata 1999`an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komployeke navdewletî de dîl hate girtin û radestî hikumeta Tirkiyê hate kirin û ji beriya çend salan ve ji aliyê hikumeta AKP`ê ve tecrîd li ser tê ferzkirin.

Çalakiyên gelê Kobanê ji bo şermezarkirina Komploya Navdewletî ev demek e li Kobanê hatine destpêkirin. Tê payîn ku meşeke navendî li bajarê Kobanê bi heman armancê were lidarxistin.

(bx)

ANHA