Sersaxî ji malbata şehîd Hêvîdar Azadî re hate xwestin

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û hêzên leşkerî sersaxî ji malbata şehîd Hêvîdar Azadî re xwest ku di qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû.

10 sibat, 2019   13:10

QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û şervanên YPG û YPJ`ê, endamên saziyên civaka sivîl û endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Yadhan Mistefa (Hêvîdar Azadî) ku di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû. Kon li taxa Qudûrbeg a bajarê Qamişlo hate vedan.

Kon bi wêneyên şehîd Hêvîdar Azadî, şehîdan û alên YPG`ê û YPJ`ê hatibû xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê gelek axaftinan hatin kirin. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama rêveberiyê Necah Silêman Seîd, bi navê PYD`ê endamê Rêveberiyê Fewaz Xelîl û bi navê YPG’ê fermandar Egîd Omerî axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd Hêvîdar Azadî re xwest û teqez kir ku şehadet tiştekî pîroz e, şehîd ji bo pêkanîna azadî, rêgez û nirxên gelên xwe canê xwe feda dikin. Axaftvanan da xuyakirin ku têkoşîna wan li dijî hemû kesên ku dixwain destdirêjiya ax û gelê herêmê bikin, dewam dike.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd Hêvîdar Azadî hate xwendin û radestî malbata şehîd kirin.

(jo/bm)

ANHA