YPG’ê, berxwedêrê Berxwedana Serdemê Şerzan Botan bi bîr anî

YPG’ê bi daxuyaniyekî berxwedêrê Berxwedana Serdemê Mehmet Kazici (Şerzan Botan), ku 4’ê Adara 2018’an li navçeya Raco ya Efrînê şehîd bûye, bi bîr anî.

YPG’ê, berxwedêrê Berxwedana Serdemê Şerzan Botan bi bîr anî
10 sibat, 2019   13:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), bi daxuyaniyekî berxwedêrê Berxwedana Serdemê Mehmet Kazici (Şerzan Botan), ku 4’ê Adara 2018’an li navçeya Raco ya Efrînê şehîd bûye, bi bîr anî. YPG’ê soza şopandina doza şehîdan da.

Daxuyanî wiha ye; 

“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê 20’ê Çileya 2018’an de li ser Efrînê êrîşên dagirkeriyê dabûn destpêkirin û li dijî van êrîşan şer û berxwedaneke bê hempa hat meşandin. Bi taybet ji roja destpêkê heya 18’ê Adarê li dijî êrîşên dijminên dagirker şervanên me di tevahî eniyên şer de berxwedanên bi heybet raber kirin. Artêşa Tirk a dagirker ya ku nekarîbû li hemberî berxwedana şervanên me xwe bigire, di serî de bi balafirên şer û her cûre çekên pêşketî bikar anî. Yek ji wan êrîşên artêşa Tirk ya ku di 4’ê Adarê de li ser navçeya Racoyê bi balafirên şer êrîş kiriye ye. Di encama vê êrîşa hewayî de hevalê me Şerzan Botan gihîştiye şehadetê. Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Şerzan Botan

Nav û Paşnav: Mehmet Kazici

Navê Dayikê: Kamîle

Navê Bav: Xelîl

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn/ Raco / 4’ê Adarê 2018

Em di şexsê şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê de tevahî şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Em serî de sersaxiyê ji malbata şehîdê xwe û gelê xwe re dixwazin. Em soza domandina têkoşînê ya li ser xeta şehîdên nemir, heya em azadiya gelê xwe pêk tînin, dubare dikin.”

(bm)