PYD`ê li Holê yekemîn kongreya xwe li dar xist

Rêxistina PYD`ê ya navçeya Holê yekemîn kongreya xwe li dar xist û rêveberiya xwe ya nû hilbijart.

PYD`ê li Holê yekemîn kongreya xwe li dar xist
PYD`ê li Holê yekemîn kongreya xwe li dar xist
PYD`ê li Holê yekemîn kongreya xwe li dar xist
PYD`ê li Holê yekemîn kongreya xwe li dar xist
PYD`ê li Holê yekemîn kongreya xwe li dar xist
PYD`ê li Holê yekemîn kongreya xwe li dar xist
10 sibat, 2019   13:02

HESEKÊ

Bi dirûşma “Bi vîn û birêxistinkirê em ê Efrînê rizgar kirin û Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk ava bikin” Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) xebatên xwe yên birêxistinkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike. Di vê çarçoveyê de PYD`ê heta niha gelek kongreyên xwe li dar xistin û rêveberiyên xwe yên nû hilbijartin.

Îro jî rêxistina PYD`ê ya navçeya Holê ya girêdayî kantona Hesekê yekemîn kongreya xwe bi beşdarbûna 200 delegeyên ji navçeyê li dar xist. Her wiha nûnerên ji partiyên siyasî, rûspiyên eşîrên navçeyê, malbatên şehîdan û endamên saziyên civaka sivîl wek mêvan beşdarî kongreyê bûn.

Kongreyê bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre hevseroka PYD`ê Eyşe Hiso axivî û lidarxistina kongreyê li beşdaran pîroz kir û bal kişand li ser dirûşmeya kongreyê û got: “Ev dirûşmeya ku em di bin sîwana wê de kar dikin, jixweber wisa nehatiye. Ji roja me ya destpêkê de em li ser vî esasî kar dikin, da ku aloziya Sûriyê bi dawî bibe û dagirkeriya Tirk ji Sûriyê derkeve.”

Eyşe diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewldana derbkirina projeya demokratîk e.

Eyşe Hiso di dawiya axaftina xwe de soza têkoşînê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, nenavendî û rizgarkirina her bihostek axê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê da.

Piştre, ji rêveberên Kongreya Star a navçeya Holê Meysa Ehmed, ji rêveberên têkiliyên leşkerî yên QSD`ê Demhat Koçer, bi navê êla El-Hîb a Ereb Ehmed Hisên Şelaş û ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Hindiya Nayêf Elî axivîn. Di axaftinan de, lidarxistina kongreyê hate pîrozkirin û hêviya serkeftinê jê re xwestin.

Her wiha di axaftinan de hate teqezkirin ku PYD`ê dikaribû hevgirtineke civakî ya adil di navbera hemû pêkhateyan û di navbera jin û mêran de ava bikira, her wiha zîhniyeta desthilatdar û şovenîst ku sîstemên desthilatdar  li herêmê çandibû, rûxand.

Piştî axaftinan, hilbijartin hatin kirin. Di encama hilbijartinan de, rêveberiya nû ya rêxistina PYD`ê ya navçeya Holê ku ji 12 kesan pêk tê, hate avakirin.

Kongre bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(kc)

ANHA