HRE: Leşkerek dagirker hat kuştin û 2 jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê, li Efrînê li karwanek leşkerên dewleta Tirk a dagirker xistin. Di encam de leşkerek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

HRE: Leşkerek dagirker hat kuştin û 2 jî birîndar bûn
10 sibat, 2019   12:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyandin ku şervanên wan di 8’ê Sibatê de li ser rêya Aşka Xerbî ya navçeya Cindirêsê ya ser bi Efrînê li karwanek leşkerên dewleta Tirk a dagirker xistin.

Hat diyar kirin, karwana ku dewriye digerand ji 2 erebeyên zirxî bi giştî 4 erebeyan pêk dihat.

HRE’yê daxuyand ku şer di navbera şervanên wan û leşkerên di karwanê de derket û di encam de leşkerek hat kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

(bm)