Xwendekarên Tebqayê karname wergirtin

Xwendekarên herêma Tebqayê piştî ku werza xwendinê ya yekemîn a sala xwendinê ya 2018-2019 bi dawî kir, bi kêfxweşî karnameyên xwe wergirtin.

Xwendekarên Tebqayê karname wergirtin
Xwendekarên Tebqayê karname wergirtin
Xwendekarên Tebqayê karname wergirtin
Xwendekarên Tebqayê karname wergirtin
Xwendekarên Tebqayê karname wergirtin
Xwendekarên Tebqayê karname wergirtin
Xwendekarên Tebqayê karname wergirtin
Xwendekarên Tebqayê karname wergirtin
Xwendekarên Tebqayê karname wergirtin
Xwendekarên Tebqayê karname wergirtin
10 sibat, 2019   12:01

TEBQA

Piştî bidawîbûna werza (serdem) yekemîn a sala xwendinê ya 2018-2019’an, mamosteyan karname li zêdetirî 46  hezar xwendekarên li 197 dibistanên Tebqa û gundewarên wê, belav kirin.

Xwendekaran bi kêfxweşiyeke mezin karnameyên xwe wergirtin. Malbatên xwendekaran jî beşdarî belavkirina karnameyan bûn. Her wiha xelat li xwendekarên serkeftî hatin belavkirin.

Nûçegihanên me şahiya belavkirina karnameyan li xwendekaran li Dibistana Mûsa Hemûd a bajarê Tebqayê şopand. Kêfxweşiya xwendekaran bi wergirtina karnameyan, li ser rûyê wan diyar dibû.

Xwendekaran spasiya mamosteyan kir ku astengiyên li pêşiya wan rakirin, bi taybet di qonaxa beriya ku pirtûkên xwe wergirin de. Li herêma Tebqayê, piştî belavkirina pirtûkan, xebata perwerdeyê bi pêş ket û ev yek jî ji xwendekaran re bû alîkar ku xwe ji bo ezmûnan baş amade bikin.

(bx)

ANHA