Dê 25 hezar zarok li gundên Reqayê bên aşlekirin

Navendên tenduristiyê yên gundên rojhilatê Reqayê bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê ya  girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, îro sibehê dest bi aşlekirina zarokan li dijî nexweşiya felcê kir.

Dê 25 hezar zarok li gundên Reqayê bên aşlekirin
Dê 25 hezar zarok li gundên Reqayê bên aşlekirin
10 sibat, 2019   11:30

REQA

Komîteya Tenduristiyê 3 navendên tenduristiyê li bejahiya rojhilatê Reqayê anku li  El-Hemrat, El-Keramê û El-Hos vekirin û her navendek gelek noqteyên tenduristiyê girêdayî wê ne. Her wiha tîmên gerok di nava tax û gundên dûr de digerin da ku zarokan aşle bikin.

Di pêngava aşlekirinê de, zarokên yekrojî heta 5 salî tên aşlekirin. Ev yek bi rêveberiya  kadroyên tenduristiyê tê kirin.

Endamê rêveberiya Navend Tenduristiyê ya El-Keramê Yûnis El-Neyîmî wiha got: "Em zarokan aşle dikin, Komîteya Tenduristiyê dermanên aşlekirinê radest kirin, kadroyên tenduristiyê jî zarokan aşle dikin. Hin noqteyên sabît hene û hin tîmên gerok jî di nava taxên bajarokan de hene. Em daxwazê ji welatiyan dikin ku alîkariya me bikin da ku em hemû zarokan aşle bikin."

Dê pêngav heta 5 rojan dewam bike û dibe ku hîn dirêj bibe. Li gorî serjimariya Komîteya Tenduristiyê 25 hezar zarok hene û dê hemû bêne aşlekirin.

(jo)

ANHA