Şervanên QSD`ê 200 sivîlên din jî rizgar kirin

Şervanên QSD`ê piştî korîdorên ewlehiyê vekirin, 200 sivîl ji gundê Baxozê rizgar kirin. Rizgarkirina sivîlan didome.

Şervanên QSD`ê 200 sivîlên din jî rizgar kirin
Şervanên QSD`ê 200 sivîlên din jî rizgar kirin
Şervanên QSD`ê 200 sivîlên din jî rizgar kirin
Şervanên QSD`ê 200 sivîlên din jî rizgar kirin
Şervanên QSD`ê 200 sivîlên din jî rizgar kirin
10 sibat, 2019   10:57

DÊRAZOR

Nûçegihanên me yên ku Pêngava Bagera Cizîrê dişopînin ragihandin ku şervanên QSD`ê îro 200 sivîl ku praniya wan jin û zarokin ji gundê Baxozê ku çeteyên DAIŞ’ê tê de asê mane rizgar kirin..

Nûçegihanên me diyar kirin ku piştî şervanan korîdorên ewlehiyê vekirin, sivîl gihîştin herêmên rizgarkirî.

Her wiha nûçegihanên me diyar kirin ku koçberkirin didome, şervan bi hemû hêza xwe hewl didin ku sivîlên ku çeteyên DAIŞ`ê wan weke mertalên zindî bikar tînin rizgar bikin.

(bx/bm)

ANHA