Dibistana Merwan Yûsif ji bo pêşwaziya şagirtan amade ye

Gerînendetiya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Hesekê bi hevkariya meclisa navçeya rojhilat a Hesekê piştî ku koçber ji Dibistana Merwan Yûsif a li taxa Salihiyê derketin, dibistan sererast kir û di demeke nêz de wê pêşwaziya şagirtan bike.

Dibistana Merwan Yûsif ji bo pêşwaziya şagirtan amade ye
Dibistana Merwan Yûsif ji bo pêşwaziya şagirtan amade ye
Dibistana Merwan Yûsif ji bo pêşwaziya şagirtan amade ye
Dibistana Merwan Yûsif ji bo pêşwaziya şagirtan amade ye
10 sibat, 2019   10:02

HESEKÊ

Dibistana Merwan Yûsif rastî gelek ziraran hat û beriya 3 mehan dema ku koçber ji dibistanê derketin, Rêveberiya Perwerde û Fêrkirinê ya Hesekê ya girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê bi nirxê 15 milyon lîreyan sererastkirina dibistanê girt ser xwe. Di werza duyemîn de, xwendekar êdî dikarin biçin Dibistana Merwan Yûsif û xwendina xwe temam bikin.

Li gorî endamên rêveberiyê ku Gerînendetiya Perwerde û Fêrkirinê dê şagirtên ku xwendina xwe li dibistanên din dikin, bi dilxwazî dikarin xwendina xwe li dibistana sererastkirî dewam bikin, bi taybet şagirtên ku malên wan nêzî dibistanê ne.

Endama Rêveberiya Gerînendetiya Perwerdê û Fêrkirinê ya bajarê Hesekê Mêdiya Elî axivî û wiha got: "Dibistan bi giştî hate amadekirin, em ê pêşwaziya şagirtên seretayî bikin. Em hêvî dikin ku malbatên şagirtan navên zarokên xwe tomar bikin, ji ber ku her pêkhateyek bi zimanê xwe fêrî materyalên ku ji aliyê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê ve  hatine amadekirin, perwerde dibe."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî aloziya Sûriyê, bi hezaran koçberên ji herêmên din ên Sûriyê, ji ber şer berê xwe da herêmên rizgarkirî yên Bakurê Sûriyê û di dibistanan de hatin bicihkirin.

(jo)

ANHA