Xebatên Şaredariya Gel a Eyn Îsayê

Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsa gelek xebatên xizmetguzariyê di sala nû de bi cih anîne. Bi rêya wan projeyan derfetên kar ji şêniyan re peyda kirin û şaredarî hewl dide projeyên nû pêk bîne.

Xebatên Şaredariya Gel a Eyn Îsayê
Xebatên Şaredariya Gel a Eyn Îsayê
Xebatên Şaredariya Gel a Eyn Îsayê
Xebatên Şaredariya Gel a Eyn Îsayê
10 sibat, 2019   09:37

TIRKÎ EL-KALIT- EHMED EL-KIMYAN / GIRÊ SPÎ

Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsayê ruxmî derfetên kêm, xebatên xizmetguzariyê berdewam dike û her wiha ji bo şêniyan projeyên derfetên kar bi pêş dixe.

Komîteya Xizmetguzariyê ya girêdayî şaredariyê, di meha Çileyê de gelek projeyên xizmetguzariyê bi pêş xistin. Xebatên sererastkirina 100 çireyên ronîkirina kolanên sereke yên navçeyê, restorekirina nava rêyan, çandina 500 daran li navîna hindek rêyên sereke û taxan tên meşandin.

Komîteyên xebatan, hindek rêxistinan ku li navçeyê bi xizmetê radibin, dişopîne wekî xebatên paqijiyê, restorekirina navîna rêyan û boyaxkirina wan.

Xebatên şaredariyê zêdetirî 100 derfetên kar ji şêniyên navçeyê re di dirêjahiya 40 rojan de peyda kirin. Şaredarî bi rêya nûkirina navên kesên ku di projeyan de xebitîne, derfeta kar ji şêniyên din re peyda dike.

Hevserokê Komîteya Xizmetguzariyê yê Şaredariya Gel ê navçeyê Nûr Emîn destnîşan kir ku ruxmî derfetên kêm lê dîsa xebatan pêşkêş dikin û bi koordîne xebatên rêxistinan di nav navçeyê de dişopînin.

Nûr Emîn diyar kir ku li gel wan hindek projeyên xizmetguzariyê yên girîng hene, mîna projeya kanalîzasyonê li Taxa Pîşesaziyê (Sînaa) a navçeyê, jinûvesererastkirina rêyên ku ji ber nepeydabûna lêçûnê rawestîne. Nûr Emîn destnîşan kir ku dema lêçûna projeyan peyda bibin, wê dest bi cihanîna projeyan bikin. Şaredarî hewl dide bi koordîneya Desteya Şaredariyan a Kantonê û hindek aliyên din lêçûnê peyda bike.

Ji ber nebûna toreyên kanalîzasyonê li Taxa Pîşesaziyê, av di nav kolanan de kom dibe. Lewre şaredarî hewl dide toreyê çêke.

Komîteya Xizmetguzariyê di çarçoveya projeya toreyên kanalîzasyonê de ji bo dirêjkirina toreyê di 3 kolanên sereke de xebatan dimeşîne. Dirêjahiya toreya kanalîzasyonê ya her kolanekê 200 metre ye.

Her wiha ji bo xweşikkirina xuyenga navçeyê, Komîteya Xizmetguzariyê di dawiya 2018`an de her 4 parkên navçeya Eyn Îsa sererast kirin.

(şx/bm)

ANHA