Hêzên navdewletî dê derbasî El-Hudeyda bibin

Çavkaniyan ji Yemenê ragihand ku hewldanên navdewletî hene ku hêzên leşkerî derbasî bajarê El-Hudeyda yê rojavayê Yemenê bibin da ku şerê di navbera her du aliyan de bisekinînin.

Hêzên navdewletî dê derbasî El-Hudeyda bibin
10 sibat, 2019   10:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Wekîlê yekemîn ê parêzgeha El-Hudeyda yê girêdayî hikumeta Ebidrebo Mensûr Hadî, Welîd Qedîmî got hewldanên navneteweyî hene ku hêzên leşkerî yên navdewletî derbasî bajarê El-Hudeyda bikin.

Qedîmî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku ev hewldan dê derbaskirina şandeya navneteweyî ku ji 75 çavdêran pêk tê, mîsoger bike. Her wiha hêzên Hûsî jî lihevkirina Swêdê red dikin.

Li gorî berpirsên hikumeta Hadî, armanca hêzên navdneteweyî ew e ku korîdorên alîkariya mirovî li El-Hudeyda peyda bikin û bikevin navbera hêzên hikumetê û Hûsiyan.

Tîmên girêdayî hikumeta Hadî û koma Ensarellah El-Hûsî civînek li ser keştiyeke navneteweyî li bendera El-Hudeyda li dar xist û hinek berpirsên navneteweyî jî tev li civînê bûn.

(bx)