Şêniyên Efrînê israra xwe ya ji bo rizgarkirina Efrînê didomînin

Şêniyên Efrînê teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker tu carî nikare îradeya wan bişikîne. Her wiha diyar kirin ku ew ê berxwedana xwe heta rizgarkirina Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam bikin.

Şêniyên Efrînê israra xwe ya ji bo rizgarkirina Efrînê didomînin
10 sibat, 2019   09:22

ARŞÎN NECAR / ŞEHBA

Şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê ji salekê ve li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe didin, ji ajansa me ANHA`yê re axivîn.

Welatiyê bi navê Ehmed Mihemed destnîşan kir ku wan 58 rojan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe da û piştî ku komkujî li dijî wan pêk hatin, neçar man ku ji warê xwe derkevin.

Mihemed teqez kir ku ji ber şervanên YPJ/YPG`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek serkeftin bi dest xistin, dewleta Tirk a dagirker êrîş kir û li dijî sivîlan komkujî û kiryarên hovanê pêk anîn.

Bîlal Ebdo diyar kir ku şêniyên Efrînê ji tevahî cîhanê re teqez kir ku ew gelekî xwedî îradeyeke xurt in û anî ziman ku ew ê bi îradeya xwe ya xurt ku hemû planên dagirkeran têk birin, Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker rizgar bikin.

Welatiya bi navê Henan Ebdo jî got tevî hemû binpêkirinan ku li dijî gelê Efrînê pêk hatin, tevî hemû dewletan ew binpêkirinên duyemîn dewleta NATO`yê didîtin, lê li bermberî vê yekê tu kesî helwesta xwe diyar nekir û êrîşên dewleta Tirk a dagirker nesekinandin û ev yek jî tê wateya ku hemû dewlet hevkarên vê komployê ne.

Henan Ebdo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrîşên li dijî şêniyan de hemû çekên pêşketî bi kar anîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk a dagirker di roja yekemîn de li dijî herêma me ya biçûk bi 72 balafiran bi awayekî hovane êrîş kir. Tevî komkujî û hemû binpêkirinan lê gelê Efrînê xwedî îrade û hêz bû û berxwedan hilbijart û heta niha jî li ber xwe dide."

Welatiyê bi navê Ebdedîn Hemo jî destnîşan kir ku gelê Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker sekinîn û li ber xwe dan û berxwedana wan heta niha li kantona Şehbayê jî didome.

Şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê bi cih bûne, soz da ku ew tu carî xwe teslîmî dewleta Tirk a dagirker nakin, her wiha diyar kirin ku tu kes nikare îradeya wan bişikîne û gotin ew ê bi hemû şêwazan heta rizgarkirina Efrînê li ber xwe bidin.

(bx)

ANHA