Li Reqayê sazûmaniya meclis û komînan ji nû ve tê çêkirin

Meclisa Sivîl a Reqayê biryar da ku sazûmaniya meclis û komînên girêdayî meclisê ji nû ve were çêkirin. Meclisa Sivîl piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji aliyê QSD`ê ve ji destê DAIŞ`ê, ji bo peydakirina pêwîstiyên şêniyan, meclis û komîn ava kirin.

Li Reqayê sazûmaniya meclis û komînan ji nû ve tê çêkirin
Li Reqayê sazûmaniya meclis û komînan ji nû ve tê çêkirin
Li Reqayê sazûmaniya meclis û komînan ji nû ve tê çêkirin
10 sibat, 2019   09:30

REQA

Ji destpêka rizgarkirina bajarê Reqayê ve di 20`ê Cotmeha 2017`an de, Meclisa Sivîl a Reqayê bi armanca birêxistinkirina şêniyan û peydakirina pêdiviyên wan, meclisên herêmî û komîn ava kirin. Hejmara meclisan li Reqa û gundewarên wê gihîşt 34’an.

Meclisa Sivîl a Reqayê biryar da ku ji nû ve sazûmaniya meclisan û komînan çêke. Girêdayî mijarê serokê Buroya Birêxistinkirina Meclisan a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê Lûey El-Îsa destnîşan kir ku piştî pêngava rizgarkirina Reqayê, meclis û komîn hatine avakirin û hejmara wan gihaşt 34 meclisan û wiha dewam kir: “Di nîqaşên Desteya Rêveber a Meclisa Sivîl a Reqayê de biryara ji nû ve sazûmaniya meclisan hate dayîn.”

Biryara desteyê wiha ye: “Li gorî rêziknameyê û ji ber ku komîn û meclis bi awayekî lezgîn hatin avakirin, divê sazûmaniya meclisên gel û komînan li gundewar û bajêr ji nû ve were çêkirin. Divê biryara îdarî ku li gorî plansaziyekê ji aliyê serokatiyê ve hatiye derxistin, were bicihanîn.”

(şx)

ANHA