Jinên Efrînê bi hesreta vegera li warê xwe, li Şêrawa jiyanê diafirînin

Jina efrînî Hemîde piştî ku ji warê xwe derket, ji bo xwedîkirina malbata xwe zêrên xwe firotin û dikaneke biçûk vekir. Hemîde teqez dike ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û ew ê vegerin Efrînê.

Jinên Efrînê bi hesreta vegera li warê xwe, li Şêrawa jiyanê diafirînin
Jinên Efrînê bi hesreta vegera li warê xwe, li Şêrawa jiyanê diafirînin
Jinên Efrînê bi hesreta vegera li warê xwe, li Şêrawa jiyanê diafirînin
Jinên Efrînê bi hesreta vegera li warê xwe, li Şêrawa jiyanê diafirînin
Jinên Efrînê bi hesreta vegera li warê xwe, li Şêrawa jiyanê diafirînin
10 sibat, 2019   08:51

FÎDAN ABDULLAH / EFRÎN

Piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên hovane li ser kantona Efrînê û pêkanîna bi dehan komkujiyan li ser sivîlan, bi hezaran malbatên niştecihên Efrînê neçar man ji warên xwe derkevin û berê xwe bidin kantona Şehba û navçeya Şêrawa.

Şêniyên Efrînê di pêngava yekemîn a Berxwedana Serdemê de destanên lehengiyê nivîsandin. Niha jî şênî bi pêşengiya jinan di pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de hewl didin di nav kavilan, trajediya koçberiyê û astengiyan de jiyanekê biafirînin.

Jina bi navê Hemîde Ucîk ji şêniyên gundê Meydana yê girêdayî navçeya Raco ye û dayika zarokekî ye. Bi êrîşên dagirkeran re li gundê xwe li rex şervanên YPG û YPJ`ê li ber xwe dide.

Hemîde hovîtiya êrîşan wiha vegot: "Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, 24 saetan li ser malên me difirîn. Di rojên destpêkê yên êrîşan de, gundê me yê ku tenê sivîl lê hebûn, heya roja dawîn kirin hedef û dagir kirin."

Hemîde teqez kir ku wan heya kêliya dawiyê nexwest dest ji gund û xaka xwe berdin û wiha domand: “Di nav bahoza şer li Sûriyê û Rojhilata Navîn de Efrînê li gel jiyana hevpar a pêkhateyên herêmê, bi ewlehiya xwe em parastine."

Hemîde mîna bi hezaran şêniyên Efrînê bû şahida topbaranê û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Raco bi taybet. Hemîde çawa cenazeyên şehîdan di bin enqazan de mane û çawa şênî tevahiya milkên xwe li pey xwe hiştine, dîtiye.

Hemîde destnîşan kir ku ew bi dijwarî ji malên xwe derketine û demekê li navenda bajarê Efrînê mane. Bi bilindbûna asta êrîşan re, Hemîde tevî hevser û kurê xwe mîna şêniyên Efrînê neçar ma ji Efrînê ber bi Şehabyê ve derkeve. Hemîde diyar kir ku ew demekê di nav malên wêrankirî de bi cih bûne, lê bi hatina zivistanê re û piştî derbasbûna avê di malan de û sermayê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê, Kampa Veger li navçeya Şêrawa vekir. Hemîde tevî malbata xwe ya biçûk di kampê de bi cih bû.

Ji bo peydakirina debara malbata xwe, Hemîde zêrên xwe difiroşe û dikaneke biçûk li ser erebeya ku pê ji Efrînê derketine, vedike. Hemîde madeyên xwarinê, sebze, fêkî û tevahiya kelûpelên koçberan dikire û li kampê difiroşe.

Hemîde got ew di saetên berbangê de ji xew şiyar dibe û kelûpelan bi erebeya xwe belav dike. Şêniyan heya saetên berêvarê pêşwazî dike. Hemîde teqez kir ku ew ji bo berxwedana bi dirûşmeya kampa wan a bi navê ‘Veger’ bi vê gavê rabûye û heya vegera Efrînê dê dest ji biryara xwe bernede.

(şx)

ANHA