Li Stenbolê êrîşek komî bi druşma “Vir ne Sûriye ye” li dijî Sûriyeyiyan hat kirin

Şevê din li navçeya Esenyurt a Stenbolê şêniyên navçeyê ji ber sedemek ku nehatiye zanîn êrîşek komî bi drumşên “Alah û Ekber, Vir Tirkiye ye ne Sûriye ye” li dijî penaberên Sûriyeyî ku li taxê bicih bûne, pêk anîn. Di encam de 3 Sûriyeyî hatin binçavkirin.

Li Stenbolê êrîşek komî bi druşma “Vir ne Sûriye ye” li dijî Sûriyeyiyan hat kirin
10 sibat, 2019   08:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Şevê din li navçeya Esenyurt a Stenbolê gelê navçeyê ji ber sedemek ku nehatiye zanîn êrîşek komî li dijî penaberên Sûriyeyî ku li taxê bicih bûne, pêk anîn. Di encam de 3 Sûriyeyî hatin binçavkirin.

Li Tirkiyê, bi taybet li şêniyên bajarên Tirkiyê gelek caran êrîşî penaberên Sûriyeyî dikin. Li gorî agahiyên ji rayedarên Tirk 3 milyon û 611 hezar penaberên  Sûrî li Tirkiyê hene. Ev tenê hejmara fermî ye. Ji xwe rewşa aboriya Tirkiyê pir aloze. Piştî ku penaberên Sûrî derbasî Tirkiyê bûn bêkariya li Tirkiyê zêde bû. Sûriyeyî jî neçarin di şert û mercên nebaş de dixebitin. Ji ber ku xwediyên kar jî li karkerên ku erzan û bê sîgorte bixebitin digerin, Sûriyeyiyan dixebitînin. Her ku diçe hêjmara bêkariyê li Tirkiyê zêde dibe.

Ev yek di nava şêniyên Tirk de bûye sedemê aciziyê.

Şevê din jî di saet 21.30’an de li ser rêya Baglarçeşme ya navçeya Esenyurt a Stembolê gelê navçeyê ji ber sedemek ku hîn nehatiye zelalkirin nîqaş di navbera komek penaber û şêniyên taxê de derket. Ev nîqaş vegeriya şer. Piştre şêniyên navçeyê bi êrîşek komî li dijî koçberên Sûriyeyî ku li taxê bicih bûne, pêk anîn. Di encam de 3 Sûriyeyî hatin binçavkirin. Ketin û derketina bajêr hat qedexekirin.

Hat zanîn ku şer ji ber nîqaşa di navbera komek Sûriyeyî û şêniyên navçeyê de derket û piştre şêniyan bi komî êrîşî Sûriyeyîyan kirin.

Hinek koman druşmên “Alah û Ekber” û “Vir Tirkiye ye, ne Sûriye ye” berz kirin.

Qaymeqam navçeyê jî daxuyanî da ku tu kesî jiyana xwe ji dest nedaye.

(bm)