Jinên kampa Ebû Xeşeb gefên Tirkiyê şermezar kirin

Rêveberiya Jinan a Kampa Ebû Xeşeb gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Jinên kampa Ebû Xeşeb gefên Tirkiyê şermezar kirin
7 sibat, 2019   10:08

DÊRAZOR

Rêveberiya Jinan a Kampa Ebû Xeşeb bi daxuyaniyekê gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Daxuyanî li kampê ji aliyê yek ji rêveberên Rêveberiya Jinan Xada Elî ve hate xwendin. Bi dehan jinên kampê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Bi navê jinên kampa Ebû Xeşeb, em êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin. Armanca dagirkeran ew e ku herêmên me mîna Efrînê dagir bikin. Zarokên Efrînê kuştin, şêniyên wê neçarî koçberiyê kirin, çeteyên xwe di malên sivîlan de bi cih kirin. Welatê me kirin qada şer û em bê cih û war kirin.

Em wek jin, binpêkirina azadiya me û dagirkirina xaka me şermezar dikin. Em ji ber êrîşên li dijî me, koçber bûne. Êrîşên terorîstan malên me hilweşandin û zarokên me koçber kirin.

Na ji dagirkirina dewleta Tirk a faşîst li ser xaka me re."

 (bx/bm)

ANHA