Artêşa Tirk a dagirker hêzên taybet dişîne Efrînê

Artêşa dewleta Tirk a dagirker li Efrînê her roj binpêkirinên xwe zêdetir dike. Artêşa dagirker, 200 endamên hêzên taybet derbasî Efrînê kirin.

Artêşa Tirk a dagirker hêzên taybet dişîne Efrînê
31 ÇILE, 2019   13:22

CAFER CAFO / EFRÎN

Çavkaniyên ji Efrînê ji ajansa me re diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker 200 endamên hêzên taybet anîn Efrînê û beşek ji wan Ii bajêr û beşê din jî li gundên navçeya Şêrawa û Cindirêsê bi cih kirin.

Çavkaniyekî din jî destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker siyaseta guhertina demografîk li Efrînê didomîne. Malbatên çeteyan li gundên li ser sînorên navçeya Raco, Bilbilê, Cindirêsê û Şiyê yên kantona Efrînê bi cih dike.

Heman çavkaniyan diyar kir ku ji ber parvekirina mal û milkên welatiyan di navbera komên çete de şer derket. Di demên dawîn de di navbera çeteyên Ceyş El-Îslam ku ji Xûtayê ne û çeteyên Ehrar El-Şerqiye de li navenda Efrînê û navçeyên wê ji ber parvekirina malên şêniyan, şer derket.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê darên zeytûnan, darên din û darên hinaran ên şêniyên Efrînê qut dikin.

Ji aliyekî din ve di navbera çeteyan de ji ber guhertina nasnameya Sûriyê bi ya Tirkiyê şer derdikeve. Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê yên herêmî nasnameyan dide çeteyên li Efrînê.

(bx/bm)

ANHA