Xwendekarên Efrînê karnameyên xwe wergirtin

Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk karnameyên werza yekemîn li xwendekarên herêma Efrînê yên her sê merheleyan belav kirin.

Xwendekarên Efrînê karnameyên xwe wergirtin
Xwendekarên Efrînê karnameyên xwe wergirtin
Xwendekarên Efrînê karnameyên xwe wergirtin
Xwendekarên Efrînê karnameyên xwe wergirtin
Xwendekarên Efrînê karnameyên xwe wergirtin
27 ÇILE, 2019   13:51

ŞEHBA

Bi bidawîkirina serdema (werz) yekemîn a sala perwedeyê re Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya herêma Efrînê karnameyên dibistanê li xwendekarên her sê merheleyan ên li Şehbayê dimînin, belav kirin.

Li gorî KPC-D’yê 22 hezar û 458 xwendekaran karname wergirtin. Hejmara xwendekarên seretayî 9 hezar û 431, ên navîn hezar û 649 û yên amadehiyê 11 hezar û 378 e. Her wiha mamosteyan xelat û diyariyên sembolîk li xwendekarên pêşketî belav kirin.

(fr)

ANHA