`Leyla Guven rastiya jinên berxwedêr nîşan da`

Mizgîn Ehmed destnîşan kir ku çalakiya Leyla Guven bandor li hemû cîhanê kir û rastiya jinên berxwedêr derxist holê û teqez kir ku daxwazên wê daxwazên tevahiya gelê Kurd in.

`Leyla Guven rastiya jinên berxwedêr nîşan da`
`Leyla Guven rastiya jinên berxwedêr nîşan da`
`Leyla Guven rastiya jinên berxwedêr nîşan da`
`Leyla Guven rastiya jinên berxwedêr nîşan da`
27 ÇILE, 2019   14:00

QAMIŞLO

Îro Kongreya Star li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abudllah Ocalan û piştgriya parlamenter Leyla Guven meşek li dar xist.

Bi sedan şêniyên navçeyê di meşê de amade bûn û alên Kongreya Star û PYD`ê, wêneyên şehîd Avesta Xabûr û Arîn Mîrkan û pankartên bi nivîsên “Na ji dagirkeriya Tirkiyê re”, “Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişkînin”, “Azadiya rêber Apo azadiya me ye” hildan.

Meşê ji Qada Şehîd Cîhad dest pê kir û di kolanên sereke yên navçeyê re heta Qada Jina Azad dewam kir.

Şêniyan deqeyekê rêz girt, paşê bi navê Kongreya Star endama rêveberiya Kongreya Star Mizgîn Ehmed axivî û wiha got: "Îro çalakiya Leyla Guven derbasî roja 81’an bû, em silavên xwe li berxwedana wê dikin."

Mizgîn da xuyakirin ku rastiya jinên berxwedêr di kesayeta têkoşer Leyla Guven de derket pêş, berxwedana ku di zindanên Tirkiyê de nîşan da, bandor li her çar parçeyên Kurdistanê kir. Mizgîn wiha got: "Îro dîrokê ji me re îsbat kir ku berxwedana jinan berdewam e û ranaweste, va ye Leyla Guven meşeleya azadiyê hildaye û rêya hemû jinên cîhanê ronî kiriye."

Mizgîn Ehmed di dawiya axaftina xwe de têkoşer Avesta Xabûr ku çalakiya fedayî li Efrînê dijî artêşa Tirk a dagirker kir, bi bîr anî.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana têkoşer Leyla Guven bi dawî bû.

ANHA