Şahiya salvegera 4`mîn a rizgarkirina Kobanê dest pê kir

Îro li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê bi boneya salvegera 4`mîn a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê şahiyek tê lidarxistin.

Şahiya salvegera 4`mîn a rizgarkirina Kobanê dest pê kir
Şahiya salvegera 4`mîn a rizgarkirina Kobanê dest pê kir
27 ÇILE, 2019   09:46

KOBANÊ

Bi boneya salvegera 4`mîn a rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê şahiyek tê lidarxistin. Bi sedan şêniyên herêma Firatê tev li şahiyê bûne.

Bi sedan şêniyên herêmê, nûnerên rêveberiyên herêma Firatê, rûspiyên êlan, rêveber, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û endamên saziyên civaka sivîl ên kantona Kobanê tev li şahiyê bûne.

Her wiha şandeyek ji rêveberiya Minbicê, hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Abdlkerîm Sarûxan, hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etî û cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid beşdarî şahiyê bûne.

Li qada şahiyê pankartên bi nivîsa “Bi rihê berxwedana Kobanê, Efrîn dê bi ser bikeve” hatine daliqandin.

Şahî didome.

(bx)

ANHA