QSD’ê li El-Sûsê gelek çebilxane bi dest xist

Şervanên QSD`ê di pêngava Şerê Tinekirina Terorê ya Bagera Cizîrê de li derdora gundê El-Sûse yê girêdayî bajarokê Hecînê gelek çek û cebilxane bidest xistin.

QSD’ê li El-Sûsê gelek çebilxane bi dest xist
20 ÇILE, 2019   10:49

DÊRAZORÊ

Şerê Tinekirina Terorê ji bo rizgarkirina baregehên dawî yên herêma Hecînê, bi hemû hêza xwe didome.

Di dema operasyona rakirina mayînan li derdora gundê Sûsê yê herêma Hecînê şervanên QSD`ê gelek çek û cebilxane yên çeteyên DAIŞ`ê bi dest xistin. Çekên ku hatine bi dest xistin ev in: Hejmareke mezin ji topên hawanê, zêdeyî 20 guleyên BKC û hejmareke mezin ji çeka klaşînkofê.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku gundê El-Sûse diveke aliyê rojhilatê bajarê Dêrazorê û li wir baregehên dawî yên çeteyên DAIŞ`ê mane.

(bx/bm)

ANHA