Di salvegerê de talan û wêrankirina Efrînê berdewam e

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê kiryarên wêrankirin û ruxandina xweza û dîroka Efrînê berdewam dikin. Çeteyan darên zeytûnê yên li navçeya Raco qut kirin û goristana El- Şêx Birîm a li gundê Mamela rûxandin.

Di salvegerê de talan û wêrankirina Efrînê berdewam e
Di salvegerê de talan û wêrankirina Efrînê berdewam e
Di salvegerê de talan û wêrankirina Efrînê berdewam e
Di salvegerê de talan û wêrankirina Efrînê berdewam e
20 ÇILE, 2019   11:00

EFRÎN

Îro salvegera yekemîn a destpêkirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê ye û ev saleke dagirker û çeteyên wî hemû cureyên binpêkirinan li ser Efrînê pêk tînin. Dagirkeran hemû cihên  pîroz û goristnên misilmanan, Êzîdiyan û Elewiyan rûxandin û zêdetirî 12 hezarên dar qut kirin û şewitandin.

Kiryarên wan heta roja me ya dewam dike. Çavkaniyekekê ji  kantona Efrînê da zanîn ku çeteyên dagirkeriya Tirkiyê ji 16`ê mehê ve bi dehan darên navçeya Raco qut kirin.

Çavkanî teqez kir ku di 18`ê mehê de çeteyên bi navê koma El-Hemzat goristana El-Şêx Birîm a gundê Mamela ya navçeya Mobata rûxandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li gorî jimareyan, dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina Efrînê,  zêdetirî 130 milyon Ewro ji gel standiye, 6 cihên şûnwar rûxandin. Zêdetirî 3 hezar sivîl revandin û çarenûsa 850 ji wan ne diyar e.

(jo/bm)

ANHA