Cenazeyê 3 şehîdan li Hesekê hatin veşartin

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Hesekê cenazeya 3 şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" li gorsitana Şehîd Dijwar veşartin.

Cenazeyê 3 şehîdan li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şehîdan li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şehîdan li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şehîdan li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şehîdan li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şehîdan li Hesekê hatin veşartin
13 ÇILE, 2019   15:44

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanên QSD‘ê Mihemed El-Bediî (Fehed Hesekê), Feysel Îsa (Elî Pusat) û Mihemed El-Ehmed (Nesir) ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ku bi wêneyên şehîdan û alên QSD‘ê hatibûn xemilandin ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve bi rê ketin.

Li goristanaê ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve merasîma leşkerî hate lidarxistin.

Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Rewa Hisên axivî û got " Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin, şehîdan ji mirinê jiyan afirandin, bi saya wan deriyê azadiyê vebûye û aştî û biratiya gelan belav bûye."

Di merasmê de ji fermandarên QSD`ê Serhildan Roj destnîşan kir ku şehîd rêya azadiyê xêz kirine û got " Em ê bi saya şehîdan terorê tine bikin, şehîd qeheremanên neteweya demokratîk ku bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirine."

Berpirsê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Hêzên Asayîşa Hesekê Telai El-Telai soza şopandina rêya şehîdan û parasina yekîtiya gelê Sûriyê da.

Piştre nasnameya şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve  hat xwendin û radestî malbatan hate kirin.

Cenazeyê şehîdan di nava dirûşm û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

ANHA