YPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir.

YPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
YPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
YPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
13 ÇILE, 2019   15:28

NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nasnameya 3 şervanên YPG’ê eşkere kir.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye;

 “3 rêhevalên me di dîroka navbera 7 û 11’ê Çileyê de li Dêrazorê û Helebê şehîd bûn. Di derbarê şehadetê rêhevalên me de agahiyên berfireh wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê a qonaxa dawî ya Şêrê Tunekirina Terorê de pêşveçûnên şervanên me didome û di encama operasyonan de yên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê tê lidarxistin, derbên giran li çeteyan tê dayîn. Di vê çarçoveyê de;

7 û 11’ê Çileyê  li gundê Şafaa û derdora wê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon hatin lidarxistin. Di van operasyonan de gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn û her wiha gelek çek û cebilxaneya çeteyan ket destê şervanên me. Di encama van operasyonan de 2 rêhevalên me li dijî çeteyan bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Ehmed Girkê Legê

Nav û Paşnav: Mihemed Lîlî

Navê Dayikê: Qumra

Navê Bav: Îbrahîm

Cihê Jidayikbûnê: Girkê Legê

Cih û Demê Şehadetê: Dêrezor / 7’ê Çileya 2019

=========

Nasnav: Xelîl Dêrik

Nav û Paşnav: Hemze Şawîş

Navê Dayikê: Ayşe

Navê Bav: Îbrahîm

Cihê Jidayikbûnê: Dêrik

Cih û Demê Şehadetê: Dêrazor / 11’ê Çileya 2019'an

Rêhevalê me Serbest Omer bi nasnav Çiya Kurd ku li Helebê bi erka xwe radibû di encama dilêşiyê de şehîd bûye. Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

Em ji malbatên hevalên xwe yên şehîd û gelê me re sersaxiyê dixwazin û tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Nasnav: Çiya Kurd

Nav û Paşnav: Serbest Omer

Navê Dayikê: Nazliye

Navê Bav: Behçet

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Demê Şehadetê: Heleb / 11’ê Çileya 2019'an"