Şerê di navbera çeteyên Tirkiyê de dewam dike

Li gundên Helebê şerê giran di navbera çeteyên Tirkiyê de dewam dike. Her wiha li herêmên bêçek binpêkirinên nû rû didin.

Şerê di navbera çeteyên Tirkiyê de dewam dike
4 ÇILE, 2019   10:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku li aliyê gundên Helebê şerên giran di navbera çeteyên Nûredîn El-Zinkî yên girêdayî çeteyên Cebhe El-Wetaniyê li aliyekî û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li aliyekî din dewam dikin. Şer li Kefirnaha û Qibtan El-Cebil û Foca 111 û Cemiya El-Rehal rû didin.

Piştî çend seatan ji kontrolkirina Cemiya El-Rehal ji aliyê Tehrîr El-Şam ve, çeteyên Nûredîn El-Zinkî careke din ew bajar vegerand.

Li parêzgeha Idlibê bêdengiyek li gundên Idlibê tê jiyîn

Çavkaniyên herêmî teqez kir ku çeteyên Cebhe El-Wetaniyê hemû cihên ku ji dest wan çûn li gundên Idlibê vegerandin, çeteyan Meydan Xezal, Şehirnaz, Dîronê, Şîr mixer, Mezra El-Casim, Ceb Silêman, Şolîn, Erînebê, Kersa û Feqî li aliyê başûrê gundên Idlibê û Ceb Şehşbo vegerandin.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên Cebhe El-Wetaniyê ne tenê ew cih kontrol kirin, her wiha Mera El-Sîn, Neqîr û Xedqê ji çeteyên Tehrîr El-Şam standin û şerek di navbera her du aliyan de pêk hat.

Li aliyekî din jî navenda çavdêriyê ya mafê mirovan a Sûriyê diyar kir ku cihên nû di herêmên bêçek û herêmên agirbesta Rûsya-Tirkiyê de binpêkirin ji nû ve pêk hatin, her wiha hêzên rêjîmê duh êvarê li aliyê El-Letmaniyê, Zeka û Hesriya li gundên bakurê Hemayê bombebaran kirin. Li aliyê El-Naciyê û Bedama gundên bajarê Cisir Şixûr ên rojavayê Idlibê bombebaran kirin û di bombebaranê de tu agahî der barê kuştiyan de nehatin bidestxistin.

(jo)