Kongreya Star: Bi rihê Sakîneyan dakevin qadan

Kordînasyona Kongreya Star li Rojava, di 5’emîn salvegera qetilkirina sê jinên şoreşger li Parîsê de, ew bi bîr anîn û bang li tevahî jinan kir ku 9’ê Çileyê bi rihê Sakîne Cansiz û rêhevalên wê dakevin qadan û bersivek xurt bibin komplogeran.

Kongreya Star: Bi rihê Sakîneyan dakevin qadan
4 ÇILE, 2019   10:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan di 9’ê Çileya 2013’an de bi komloyek destê MÎT’a Tirk li Parîsê hatin qetilkirin. Kordînasyona Kongreya Star li Rojava, di 5’emîn salvegera qetilkilrina sê jinên şoreşger de, bi daxuyaniek nivîskî ew bi bîr anîn.

 ‘Niha jî bi heman komployê projeya demokratîk dikin hedef’

 Kordînasyonê diyar kir ku Sakîne Cansiz bi berxwedana xwe li dijî hişmendiya faşîst, di dîrokê de bûye bingeha tekoşîna jinan û wiha got: “Lewma jî Sakîne Cansiz û rêhevalên wê Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, bûn hedefa hişmenidya desthilatdar. Sê jinên şoreşger bi awayek hovane ji aliyê îstikbarata Tirk ve hatin qetilkirin. Ev qetlîam li Parîsê qaşo navenda demokrasiyê bi komployek navnetewî pêk hat. Efrîn jî bi heman komployê hat dagirkirin û niha jî bi heman armancê dixwazin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya demokratîk a yekîtiya gelan bikin hedef û axa herêmê dagir bikin.”

Kordînasyonê destnîşan kir ku ew li hemberî van êrîş û komployan tekoşîn û berxwedana bi rihê Sakîneyan nûjen dikin. Kordînasyonê bang li tevahî jinan û saziyên jinan kir ku 9’ê Çileyê bi rihê Sakîne Cansiz û rêhevalên wê dakevin qadan û bersivek xurt bidin komplogeran.

Kordînasyonê di dawî de bang li cîhana navnetewî kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemîne û xwe berpirsyar bibînin.

ANHA