Elmanya: DAIŞ, hîn bi dawî nebû ye

Wezîkarê Karê Derve yê Elmanya yê Heiko Maas, bertek nîşanî daxuyaniya Serokê DYA’ê Donald Trump a “DAIŞ li Sûriyê li bin ket” da û biryara vekişandina DYA’yê ji Sûriyê rexne kir.

Elmanya: DAIŞ, hîn bi dawî nebû ye
20 kanûn, 2018   13:26

 NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê DYA’ê Donald Trump duh daxuyand ku  “DAIŞ li Sûriyê li bin ket” û dê ew xwe ji Sûriyê vekişin. Piştî daxuyaniya Trump bertek û rexneyê li ser biryara vekişandina DYA’yê ji Sûriyê zêde dibin. Piştî Îngiltere û Fransa yê niha jî Elmanya bertek nîşanî biryara vekişîna DYA’ê da.

Wezîrê Karê Derve yê Elmanya yê Heiko Maas diyar kir ku raste DAIŞ lewaz bû, lê hîn tehdîd ji holê ranebûye û wiha got: “Wê encama vê biryarê zirarê bide tekoşîna li dijî DAIŞ’ê û serkeftinên ku hatine bi destxistin dixe bin xeteriyê.”