Têkildarê biryara DYA daxuyaniyên cûda

Li ser biryara Serokê DYA DonaldTrump a der barê vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê daxuyaniyên cuda derketin pêş.

Têkildarê biryara DYA daxuyaniyên cûda
19 kanûn, 2018   20:56

NAVNEDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Reuters û rojnameya The Wall Street Journal DYA difikire ku yekîneyên leşkerî ji Sûriyeyê vekişîne. Serokê DYA Donald Trump jî li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek dabû û got têkoşîna li dijî DAIŞ’ê gihiştiye armanca xwe û diyar kir ku dibe hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê vekişin.

Ji Pentagon daxuyaniyên cuda

Berdevkê Wezareta Parastina ya DYA‘ê Robert Manning vekişîna hêzên welatê xwe ji Sûriyê piştrast kir û ragihand: “Em ê xebatên xwe bi hevalbendên xwe re li herêmê bidomînin."

Koşka Spî: Leşkerên me yên li Sûriyê vedigerin cihê xwe

Piştî daxuyaniya yekemîn a ji aliyê Pentagon ve Koşka Spî daxuyaniyek nû da û got: " Leşkerên me yên li Sûriyê dest bi vegera li cihê kirine."

Senatorê Komariyan Lindsey: Vekişandin xeletiyeke mezin e

Lindsey Graham biryara vekişandina "hêza biçûk" a Amerîkayê ji Sûriyê weke "xeletiyeke gelek mezin a weke xeletiyên Obama" bi nav kir. Her wiha ragihand: “DAIŞ li Sûriye û Iraqê bi dawî nebûye.”

Senatorê Komariyan Lindsey Graham, siyaseta Amerîkayê ya li Sûriyê weke "aloz" bi nav dike û dibêje ku ev dê bibe sedema wê yekê ku welatiyên Amerîkayê li herêmê zêdetir bikevin metirsiyê.

Lindsey Graham vê daxuyaniya Trump weke sedema wê yekê dibîne ku xewna vegera DAIŞê li herêmê zêdetir bike.

Birîtanya: DAIŞ bi dawî nebûye

Wezîrê Parastinê yê Birîtanyayê Gavin Williamson jî got: "Birîtanya li dijî gava Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê ye."

Gavin Williamson her wiha got " Birîtaniya bi tundî li dijî biryara  Amerîkayê Donal Trump disekine ku dibêje rêxisitna DAIŞ li Sûriyê bi dawî bûye."

Netanyahû: DYA ji Sûriyeyê vekişe em ê xwe biparêzin

Werokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û got: “Em ê şêweyê vekişîna Amerîkayan û encamên me eleqedar dike bişopînin lê di her rewşekê de em dikiarin xwe û ewlehiya Îsraîlê biparêzin.”

Aldar Xelîl: Gelê herêmê bi hêza xwe ya xweser dê parastina xwe bike

Têkildarî daxuyaniya Rêveberiya DAY‘ê Berpirsê Komîteya Têkiliyên Doplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl bi hevdîtinekê li gel ajansa me bang li gelê Bakurê Sûriyeyê kir ku têkoşîna xwe di her qadan de mezin bikin û li hemberî êrîşan bisekinin.

Aldar Xelîl her wiha destnîşan kir ku gelê herêmê şerê komên tundraw kirin, ev gel bi hêza xwe ya parastina dê li hemberî êrîşên dewleta Tirk û êrîşên dintir li ber xwe bibe.

ANHA