'Em nahêlin Tirkiye û çeteyên wê derbasî xaka me bibin'

Çalakgerên greva biçîbûnê ya bajarê Serêkaniyê gotin ew nahêlin Tikriye xaka wan dagir bike û bang li hemû dewletên cîhanê kirin ku gefên Tirkiyê yên li dijî herêmê bi dawî bikin.

'Em nahêlin Tirkiye û çeteyên wê derbasî xaka me bibin'
19 kanûn, 2018   16:48

HESEKÊ

Çalakgerên greva biçîbûnê ya bajarê Serêkaniyê ya kantona Hesekê li ser zêdegaviyên Tirkiyê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Nadeya Ibrahîm got: "Me konê çalakiyê vegirt û çalakiyên mertala zindî dest pê kiriye da ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin. Dewleta Tirk li hemberî herêma me û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefan dixwe."

Di berdewama gotinên xwe de Nadya Ibrahîm teqez kir ku peyama wan ji Erdogan re ew e ku wê tu carî nekaribe derbasî xaka herêmê bibe,  eger hewl da, dê şêniyên herêmê li hember bisekinin û canê xwe ji bo welatê xwe feda bikin.

Nadya di dawiya axaftinanê xwe de bang li hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember dagirkeriya Tirk û hewldanên wê yên têkbirina projeya neteweya demokratîk yekîtî û hevgirtina xwe ava bikin.

Girêdayî heman mijarê welatiya bi navê Sumeya Mihemed gefên Tirkiyê li dijî herêmê şermezar kir û wan gefan bi dijminahiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê wesifand û got: "Îro herêmên me di nav ewlehî û aramiyê de ne. Erdoganê kujer carek din bi belavkirina terorê li herêmê gefan dixwe."

Sumeya diyar kir ku çalakiyên wan berdewam be heta gefên Tirkiyê yên li ser herêmê bi dawî bibin.

Can Yaqûb ê ji pêkhateya Suryan artêşa Tirk a dagirker muxetab girt û got: "Berdêl çi dibe bila bibe em xaka xwe bernadin. Tirkiye û çeteyên wê dê nekaribin gelê ku azadî û rumet armancên wî ne têk bibe. Em xaka xwe bernadin û îro ji cihê me li ser sînor em vê yekê tekez dikin."

Di berdewama gotinên xwe de Yaqûb destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk gelek komkujî li ser sivîlan pêk anine û niha jî hewl dide bi van gefan komkujiyên xwe bidomînin.

Can Yaqûb bang li hêzên cîhanî kir ku li hember timayên Erdogan û çeteyên wî di dagirkirina herêmê de bisekinin.

(şx)

ANHA