‘Erdogan bi gefan hewl dide sûcên xwe binixumîne‘

Komîteya Têkîliyên Dîplomasî ya Kongreya Star a Helebê bi daxuyaniyekê diyar kir Erdogan bi gefên xwe yên li ser herêmên rojhilatê Firatê dixwaze binpêkirinên xwe veşêre.

‘Erdogan bi gefan hewl dide sûcên xwe binixumîne‘
19 kanûn, 2018   16:27

HELEB

Komîteya Têkîliyên Dîplomasî ya Kongreya Star a Helebê bi beşdarbûna bi dehan endamên kongreyê li ber avahiya xwe girêdayî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da. Beşdaran alên Kongreya Star û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan bûn.

Endama rêveber a Komîteya Têkîliyên Dîplomasî ya Jin a Kongreya Star a Helebê Leyla Xalid daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Binpêkirinên Tirkiyê yên ne exlaqî yek ji binpêkirinên hovane yên AKP'ê ye li dijî gelê Tikriyê û Bakurê Kudistanê. Hikumeta AKP'ê dem demê bi ser malan û saziyên sivîl de diçe, vê carê derdora 15 siyasetmedar û rojnamevan di nav de hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven girtin. Leyla bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê nvîn û hêza xwe li hember wan binpêkirinan nîşan dide.

Insiyatîfa Leylayê isbata hêz û vîna jinê û wefedariya wê bi doz û serokê xwe re ye. Greva birçîbûnê ya Leyla Guven derbasî roja xwe ya 42 bû. Li ger redkirina rêveberiya girtîgehî gihandina dermanan ji Leylayê re, êdî hêza wê paşde diçe.

Ev helwesta wê ya destenî li dijî siyasetên AKP'ê de derbeyek bû. Divê em piştgiriya berxwedana wê ya destanî bikin û tecrîda giran li Serok Apo rakin. Ji ber ku azadiya Ocalan xilasiya Rojhilata Navîn ji şer û aloziyan e.

A ku desteka terorê dike qebûl nake ku herêmên rojhilatê Firatê di nav aramiyê de be

Di van rojên dîrokî de kujer Erdogan li hember mirovahiyê disekine û hemû şêwazên kuştinê û çewisandinê dike da ku armanca xwe pêk bîne. Erdogan bi çaranûsa gelê Sûriyê dilîze û piştgiriya terorê dike. Erdoganê ku hîna cezayan li gelê xwe heta di girtîgehan de ferz dike, nexwaze DAIŞ'ê tune bibe û herêmên Rojhilatê Sûriyê di nav aramî û ewlehiyê de bin. Ji ber wê zextê li Amerîkayê dike da ku Minbic û Girê Spî dagir bike û Kobanê û Cizîrê ji hev qut bike, mîna ku Cerablus, Bab û Efrîn dagir kiriye.

Gefên Erdogan di encama têkçûna lihevkirinên li Sochi û Astanayê de, nêzikbûna hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyê û ji bo ku bala hemûyan ji sûcên ku li Efrînê ji kuştin û guhertina demografîk pêk tîne dûr bixe tên.

Herî dawî bi navê Komîteya Têkîliyên Dîplomasî ya Kongreya Star a Helebê em bang li hemû rêxistinên mirovî, hiqûqî û hemû hêzên demokratîk ku yekser mudexele bikin, sûcên Osmaniya nû bi dawî bikin û bi erkên xwe li hember gelê ku şerê terorê kiriye rabin."

(şx)
ANHA