Şêniyên Til Koçer li dijî gefên dagirkeriyê daketin qadan

Şêniyên navçeya Til Koçer ji bo şermezarkirina gefên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daketin qadan û gotin dê li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Şêniyên Til Koçer li dijî gefên dagirkeriyê daketin qadan
Şêniyên Til Koçer li dijî gefên dagirkeriyê daketin qadan
19 kanûn, 2018   13:10

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Koçer ji kolanên bajêr ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Şêniyên ku li navenda bajêr kom bûn, bi yekdengî dirûşmeyên li dijî dagirkeriya Tirk berz kirin. Meş li navenda bajêr vegeriya mitîngê.

Di mitîngê de hevseroka meclisa herêma Derikê Zilfê Bedro axivî û wiha got: “Em bi dengekî bilind ji raya giştî re dibêjin na ji faşîzm û gefên Tirkiyeyê re. Armanca gefên dagirkeriya Tirkiyeyê nûkirina Sultaniya Osmanî ye.”

Hevseroka meclisa navçeya Til Koçer Newfa Xedan jî destnîşan kir ku gefên Erdogan berxwedan û têkoşîna wan xurttir dikin û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Her wiha li ser metod û rêgeza neteweya demokratîk berdewam in û bi yekdestî dê dagirkeriyê têk bibin.”

Çalakî bi dirûşmeyên şermezarkirina gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.