Şêniyên Dêrikê: Na ji Osmaniyên nû re!

Bi hezaran şêniyên bajarê Dêrikê bi hemû pêkhateyên xwe daketin qadan û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Mexmûr û Şengalê û gefên dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Firatê şermezar kirin.

Şêniyên Dêrikê: Na ji Osmaniyên nû re!
Şêniyên Dêrikê: Na ji Osmaniyên nû re!
Şêniyên Dêrikê: Na ji Osmaniyên nû re!
Şêniyên Dêrikê: Na ji Osmaniyên nû re!
Şêniyên Dêrikê: Na ji Osmaniyên nû re!
Şêniyên Dêrikê: Na ji Osmaniyên nû re!
Şêniyên Dêrikê: Na ji Osmaniyên nû re!
Şêniyên Dêrikê: Na ji Osmaniyên nû re!
Şêniyên Dêrikê: Na ji Osmaniyên nû re!
Şêniyên Dêrikê: Na ji Osmaniyên nû re!
16 kanûn, 2018   13:26

QAMIŞLO

Ji bo êrîşên dewleta Tirk li ser kampa Mexmûrê ya di bin banê Neteweyên Yekbûyî de li başûrê Kurdistanê û herêma Şengalê, her wiha gefên Tirkiyeyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê derketin qadan û ev kiryar şermezar kirin.

Şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê, herêmên Koçerat û Beravê, endamên Saziyên Civaka Sivîl, Meclisa Eşîran û Partiyên Siyasî li Qada Azadî kom bûn û beşdarî meşê bûn.

Meş ji Qada Azadî dest pê kir, ber bi Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger ve meşiyan. Şêniyan alên kurdî, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan, her wiha pankartên li ser nivîsa “Na ji Osmaniyên nû re” û “Bijî biratiya gelan li Sûriyê” hildan.

Di meşê de hevserokê meclisa herêma Dêrikê Mihemed Ebdilrehîm axivî û wiha got: "Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îradeya me xurt e, em xwedî projeya demokratîk in ku xizmeta gel û pêkhateyên bakur û rojhialtê Sûriyê dike. Em ê parastina projeya xwe bikin.” Ebdilrehîm diyar kir ku armanca Tirkiyeyê ew e ku biratiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe."

Li ser navê partiyên siyasî li Dêrikê Xebat Mihemed axivî û destnîşan kir ku armanca kombûna wan ew e ku dengê xwe bigihînin raya giştî û wiha got: “Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêma herî ewle ye û biratiya gelan tê de heye. Hikumeta AKP`ê armanc dike ewlekariya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.”

Mihemed da xuyakirin ku armanca AKP`ê ne tenê partiyên siyasî ne, ew hemû gelên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedefa xwe û destnîşan kir ku projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareseriya aloziya Sûriyê ye, ev yek jî xizmeta berjewendiyên Tirkiyeya dagirker nake, ji ber vê yekê êrîş û gefên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina biratiya gelan û berxwedana QSD`ê bi dawî bû.

(jo)

ANHA