Şêniyên Girê Spî li dijî gefên dagirkeran çalakî li dar xistin

Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyek li dar xist.

Şêniyên Girê Spî li dijî gefên dagirkeran çalakî li dar xistin
Şêniyên Girê Spî li dijî gefên dagirkeran çalakî li dar xistin
Şêniyên Girê Spî li dijî gefên dagirkeran çalakî li dar xistin
Şêniyên Girê Spî li dijî gefên dagirkeran çalakî li dar xistin
Şêniyên Girê Spî li dijî gefên dagirkeran çalakî li dar xistin
Şêniyên Girê Spî li dijî gefên dagirkeran çalakî li dar xistin
Şêniyên Girê Spî li dijî gefên dagirkeran çalakî li dar xistin
Şêniyên Girê Spî li dijî gefên dagirkeran çalakî li dar xistin
16 kanûn, 2018   13:18

GIRÊ SPÎ

Şêniyên kantona Girê Spî bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 konên çalakiyê li bajarê Girê Spî û navçeya Silûkê vedan.

Konê çalakiyê yê bajarê Girê Spî li taxa El-Munbetih a rojavayê bajêr hate vedan. Bi sedan şênyên bajêr ji hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Ermen û Tirkmen tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de bi navê pêkhateya Ereb Elî El-Hemdî, bi navê pêkhateya Tirkmen Xelîl Abdulkerîm, bi navê pêkhateya Ermen Lûsiyan Matosiyan û bi navê pêkhateya Kurd Cûliya Kurdo axaftin kirin.

Di axaftinan de hate gotin serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîb Erdogan bi rêya daxuyaniyên ku dibêje dê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, armanca wan ji vê yekê ew e ku aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bikin. Her wiha hate destnîşankirin ku armanca dagirkeran tu carî pêk nayê, ji ber ku gelên herêmê ji destpêkê ve bi hev re dijîn, ne Erdogan ne jî çeteyên wî nikarin jiyana hevbeş di navbera gelan de tevlihev bikin û kombûna hemû pêkhateyên di bin konê çalakiyê de mînaka jiyana hevbeş û hezkirina di navbera wan de ye.

Her wiha bi dehan şêniyên navçeya Silûkê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de ji aliyê hevseroka meclisa navçeyê Şadiya Hec Elî, ji rêveberên PYD`ê Silêman Hesen ve axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate teqezkirin ku ew tu carî derfet nadin dagirkeran ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi saya xwîna şehîdan hatine rizgarkirin, dagir bikin û diyar kir ku ew ê heta dawiyê li dijî êrîşên li ser herêmê li ber xwe bidin û bisekinin.

(bx)

ANHA