Jinên Cezratê birêxistinbûna xwe xurt dikin

Meclisa Jinan a herêma Cezrat a gundewarên Dêrazorê bi armanca birêxistinkirina jinan û rola jinan di civakê de, komîn ava kirin.

Jinên Cezratê birêxistinbûna xwe xurt dikin
16 kanûn, 2018   13:54

DÊRAZOR

Meclisa Jinan a Herêma Cezrat komînên taybet bi armanca di civakê de bilindkirina rola jinan û birêxistinkirina jinan, komînên xweser ava kirin. Der heqê mijarê de rêzecivîn hatin lidarxistin.

Li gundên El-Hilo, Mihbaş û El-Ceble komîn hatin avakirin. Di komînan de komîteyên lihevkirinê, aborî, parastin, perwerde û tenduristiyê hene.

Di civînan de rêvebera Meclisa Jinan a Herêma Cezrat Şehrezat El-Casêm, girîngiya komînan û rola jinan di avakirina civakeke demokratîk û dûrî sîstemên despot de, şîrove kir. Şehrezat di civînan de bal kişand ser hebûna komînan û wiha got: "Komîn lêvegera sereke ji bo hemû jinên herêmê ye û çareserkirina pirsgirêkên wan e." Her wiha teqez kir ku jinên herêmê pir azar ji destê zilma çeteyan kişandin û îro xwe bi rêxistin dikin.

Di encama civînan de serokên komînan, 3 rêveber û serokên komîteyan hatin hilbijartin.

(ekîp)

ANHA