‘Tirkiyê hewl dide DAIŞ‘ê zindî bike‘

Kongreya Star gefên Tirkiyê li ser Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşa hawayî ya li dijî Mexmûr û Şengalê şermazar kirin û got Tirkiyê hewl dide çeteyê DAIŞ‘ê ku li bargeha dawî ber bi tinebûnê ve diçe zindî bike.

‘Tirkiyê hewl dide DAIŞ‘ê zindî bike‘
15 kanûn, 2018   16:51

ŞEHBA

Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê daxuyaniyek ji raya giştî re da û gefên Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Daxuyanî li Kampa Serdemê bi amadebûna bi dehan jinan hate xwendin. Daxuyanî bi zimanê Erebî û Kurdî ji hêla endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ve Zehîde Mamo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Wekî Kongreya Star em gef û êrîşên dewleta faşîzm a Tirkiyê li ser gelê Kurd ê li Şengal, Mexmûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê û êrîşên li dijî sivîlan bi tundî şermezar dikin. Armanca van êrîşan ew e ku îradeya gel û tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bişkîne û garantiya jiyana hevpar û biratiya gelan ji bo tevahiya pêkhateyên Mezopotamiyayê têk bibe.

Dewleta Tirk a faşîzm tehemula wê ji destkeftiyên Şoreşa Rojava, şoreşa civakê ku jina azad serkêşiya wê dike nemaye. Jin li hemberî êrîşên herî dijwar ên çeteyên DAIŞ‘ê li Dêrazorê û bajaroka Hecînê ku bargeha dawî ya DAIŞ‘ê ye li ber xwe dide. Dewleta Tirk hewl dide çembera li ser çeteyên DAIŞ‘ê veke û ji nû ve wê zindî bike da ku derbeyekê li herêmên derdorê bide û xewna xwe ya serkeftinên Osmanî ya dagirkirina Bakurê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê pêk bîne.

Hemû êrîş û hewldan dagirkeriya Tirkiyeyê bi binketin û di hundir de jî ji hev ketiye,  lew re dixwaze aloziyên xwe yên aborî û navxweyî bi binpêkirinên derveyî mirovahiyê derbas bike. Hemû binpêkirinên wê yên li Mexmûr, Şengal, her wiha Efrînê li pêş çavên civaka navdewletî, Konseya Ewlekariyê û rêxistinên hiqûqî pêk tên.

Li hemberî êrîşan û ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêber Ocalan gelê me li her deverê û li girtîgehan dê li ber xwe bide. Çalakiya me ya greva birçîbûnê berdewam e ta pergala Îmralî hilweşe û rêberê me azad bibe.

Tecrîda li dijî Rêbertî tecrdkirina îradeya jin û civakî ye, divê gelê Kurd û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojhilata Navîn û tevahî cîhanî hêza xwe bikin yek û li dijî sîstema AKP û Erdogan ya teror bisekinin.

Em bang li tevahî cîhanê dikin ku zextê li hikumeta Tirkiyê bikin bila kiryarên xwe bide sekinandin.

Banga me ji tevahî hêzên demokratîk, parêzvanên nirxên mirovahiyê, Konseya Ewlehiyê û rêxsitnên hiqûqî ku van binpêkirinan bisekinîn ".

ANHA