Dibistana Nimûr xelata tornoveya taekwondo wergirtin

Dibistana Nimûr a Taykwendo xelata yekemîn a Tornovaya Herêma Cizîrê ya werzîşa taekwondo ya beşê jin wergirt. Her wiha Yekîtiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê piştgiriya xwe bi seferberiya giştî ya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihandibû, destnîşan kir.

Dibistana Nimûr xelata tornoveya taekwondo wergirtin
Dibistana Nimûr xelata tornoveya taekwondo wergirtin
Dibistana Nimûr xelata tornoveya taekwondo wergirtin
Dibistana Nimûr xelata tornoveya taekwondo wergirtin
Dibistana Nimûr xelata tornoveya taekwondo wergirtin
Dibistana Nimûr xelata tornoveya taekwondo wergirtin
15 kanûn, 2018   15:45

HESEKÊ

Yekîtiya Werzîşê îro tornovaya werzîşa Taekwondo li hola Senabil li bajarê Hesekê orgenîze kir. 6 Tîm beşdarî tornoveya Herêma Cizîrê ya Taekwondo bibûn "Dibistana Nimûr a Hesekê, Navneda Amûdê, Navenda Dêrik, Siqûr, Roj û Berxwedan".

Lîstok bi elaqeyeke mezin ji aliyê hezkiriyên taykwendo û werzîşê , nûnerên Kongreya Star, şêniyên Hesekê û malbatên lîstikvana ve hate pêşwazîkirin.

Tornove bi maçên jin û ciwanan destpê kir û piştre tornovaya zarokan bi tevlêbûna gelek tîman destpêkir û heya 3 saetan berdawam kir.

Tornova bi serkeftina dibistana Nimûr di asta yekemîn de bi 58 noqteyan, duyemîn Navenda Siqûr 24 noqt û Navenda Dêrikê 13 noqteyan bi dawî bû. Di dawiyê de Dibistana Nimûr xelata tornoveyê wergerit.

Piştî bi dawbûna tornûvayê berpirsa Buroya Lîstokên Tekekesî ya Yekîtiya Wezîşê Fatme Şêx Mûsa girêdayî gefên Tirkiyê li dijî herêmê daxuyanî xwend.

Daxuyaniyê wiha ye:

'Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî gefên dewleta Tirk li dijî herêmê seferberî ragihand.

Em wek Yekîtiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê piştgiriya seferberiyê dikin û gefên dewleta Tirk a faşîst dijî herêmê şermezar dikin. Her wiha em bang li hemû werzîşvana dikin ku bi erkên xwe yê niştîmanî rabin û li hember her êrîşekê bisekinin.'

Piştî re endama rêveber a Kongreya Star Rîma Mehmûd û endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger Alan Îso axivîn û girîngiya rola jinê di hemû warên civakê de tekez kirin û diyar kirin ku jin di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de xwe isbat kiriye.

Hêjaye bi bîrxistin ku ji sala 2014'an ve mîna van tornovayan li ser asta Herêma Cizîrê tê lidarxistin. Ev tornovaya pêncemîn ya jinan e û hemû tornoveyên berê li bajarê Qamişlo hatine lidarxistin.

(şx)

ANHA