‘Rejîma Sûriyê destûr neda ku em alîkariyê derbasî Şehbayê bikin’

Mamosteyê Fakulteya Tenduristiyê ya Zanîngeha Colombiayê ya Brîtanyayê de Christopher What da zanîn ku rewşa li Şehbayê wekî destpêka rewşa li Mûsil û Şengalê ye. What teqez kir ku hêzên rejîma Sûriyê destûr neda wan ku alîkariyê derbasî Şehbayê bikin.

‘Rejîma Sûriyê destûr neda ku em alîkariyê derbasî Şehbayê bikin’
‘Rejîma Sûriyê destûr neda ku em alîkariyê derbasî Şehbayê bikin’
‘Rejîma Sûriyê destûr neda ku em alîkariyê derbasî Şehbayê bikin’
3 kanûn, 2018   10:42

QAMIŞLO

Xebatên komcivîna navneteweyî didomin. Di komcivînê de, mamosteyê nexweşiyên çavan di Fakulteya Tenduristiyê ya Zanîngeha Colombiayê ya Brîtanyayê de Christopher What der barê rewşa li kampên Şehbayê de axivî.

Christopher What di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ez spasiya hemû kesan dikim ku ev komcivîn bi rêxistin kir, di demekê de ku herêm di rewşeke hesas re derbas dibe û êrîş û binpêkirin lê çêdibin.”

Christopher What anî ziman ku dema wî li Mûsilê û Şengalê destpêka Sibat û Adara 2017`an de di navendeke tenduristiyê de kar dikir, gelek binpêkirin çêbûn, rewşa li Şehbayê jî wekî rewşa Şengal û Mûsilê ye.

Christopher destnîşan kir ku Efrîn niha di karesteke mirovî re derbas dibe, li gorî rapora Heyva Sor a Kurd 300 hezar koçberên Efrînê li Şehbayê hene. Christopher  da zanîn ku wan dixwest alîkariyê derbasî Şehbayê bikin lê hêzên rejîma Sûriyê û Tirkiyeyê destûr neda wan.

Christopher anî ziman ku kadroyên tenduristiyê li Şehbayê pir kêm in û dermanên ji bo dermankirina şêniyan jî pir kêm in.

Mamosteyê Zanîngeha Colombiayê Christopher What diyar kir ku bi hatina demsala zivistanê re, dê rewş zêdetir xerab bibe, ji ber vê yekê jî divê hejmara kadroyan û navendên tenduristiyê werin zêdekirin.

(kc)

ANHA