Li gundên bakurê Minbicê kiryarên çeteyan zêde dibin

Li herêmên di navbera Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên artêşa Tirk a dagirker de şerên demkî rû didin. Herî dawî çeteyan noqteya hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser xeta El-Sacûr hedef girt.

Li gundên bakurê Minbicê kiryarên çeteyan zêde dibin
Li gundên bakurê Minbicê kiryarên çeteyan zêde dibin
Li gundên bakurê Minbicê kiryarên çeteyan zêde dibin
Li gundên bakurê Minbicê kiryarên çeteyan zêde dibin
Li gundên bakurê Minbicê kiryarên çeteyan zêde dibin
Li gundên bakurê Minbicê kiryarên çeteyan zêde dibin
Li gundên bakurê Minbicê kiryarên çeteyan zêde dibin
Li gundên bakurê Minbicê kiryarên çeteyan zêde dibin
3 kanûn, 2018   10:37

ŞERÎF EL-ABO / MINBIC

Xuya ye ku dengeya kiryarên Tirkiyeyê û çeteyên wê li ser gundên bakurê Minbicê zêde bûye. Bi tabyet piştî ku dewriyeyên hevpar di navbera Tirkiye û Amerîkayê de li ser xetên çemê El-Sicûr ê di navbera Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên Tirkiyeyê de.

Di meha çûyî de hêzên Koalîsyonê dewriyeyên hevpar bi Tirkiyeyê re li herêmên di navbera Meclisa Leşkerî û çeteyên Tirkiyeyê de li bakurê Minbicê meşandin, heta niha 4 dewriyeyên hevpar derketine.

Şeva derbasbûyî li gundên bakurê bajarê Minbicê 12 noqteyên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê (Un El-Dadat, El-Hiloncî, El-Mehsenlî, Toxar El-Kebîr, El-Refîa, Ereb Hesen û Um Cilûd) hatin hedefgirtin. Çeteyên dagirkeriya Tirkiyeyê çekên giran bi kar anîn.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku li nêzî xetên di navbera wan û çeteyên Tirkiyeyê de dengê wesayîtên leşkerî bihîstin û diyar kir ku tu zirar pêk nehatiye.

Yek ji şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Hikmet El-Hacî axivî û wiha got: "Şeva derbasbûyî êrîşek li ser noqteya me hat, me jî bersiv da, şer seat di 5’ê êvarê dest pê kir heta 2’yê şevê dewam kir, çeteyan bi çekên sivik û giran êrîş kirin."

Der barê mijarê de şervanê bi navê Qehreman Minbic jî axivî û wiha got: "Me bersiva wan da û parastina sivîlan kir û em ê heta dawiyê parastinê bikin."

Gelek gundên bakurê Minbicê ku xeta di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û dagirkeriya Tirkiyeyê de, di hefteyên çûyî de rastî gelek êrîşan hatin û şervanên meclisê parastina wan deveran kir.

(jo)

ANHA