Şêxê êla El-Bû Esaf: Em amade ne parastina xaka xwe bikin

Şêxê êla El-Bû Esaf a Sûriyê tekez kir ku êlên herêmê amade ne xakên xwe li hember zêdegaviyên Tirkiyê biparêzin û got: "Em weke şêx û rûspiyên êlên herêmê xwîna şehîdên xwe ji bîr nakin û em ê tola wan hilînin."

Şêxê êla El-Bû Esaf: Em amade ne parastina xaka xwe bikin
21 mijdar, 2018   06:53

MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Têkildarî êrîş û zêdegaviyên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyê û bertekên êlên herêmê her diçin zêde dibin. 

Şêxê êla El-Bû Esaf Ubeyd El-Hesan diyar kir ku şêx û rûspiyên herêmê bi Fermendariya Giştî ya QSD'ê re civiyane û tekez kirine ku ew amade ne herêmê biparêzin û wiha got: "Me QSD agahdar kir ku em amade ne herêmên xwe yên ku bi saya xwîna ewladên me hatine rizgarkirin li hember êrîşên Tirkiyê biparêzin."

El-Hesan wiha domand: "Hêza me heye ku em li hember êrîşan bisekinin. Ewladên me di nav refên QSD'ê de li Dêrazorê li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Wek êlên herêmê em ê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin."

Di berdewam axaftina xwe de El-Hesan behsa zêdegaviyên Tirkiyê yên dawîn kir. El-Hesan destnîşan kir di encama wan êrîşan de zaroka bi navê Sara ya 6 salî şehîd ket û du rojnamevan birîndar bûn û ev tişt anî ziman: "Armanca Tirkiyê ji hedefgirtina rojnamevanan tepesarkirina rastiyê û veşratina sûcên xwe der heqê gelê Sûriyê de li hember raya giştî ye. Weke şêx û rûspiyên êlên herêmê em xwîna ewladên xwe ji bîr nakin û em ê tola wan hilînin."

Di dawiyê de Şêx Ubeyd El-Hesan bang li dewleta Tirk kir ku gefxwarin û zêdegeviyên xwe li dijî herêmê rawestîne û wiha domand: "Wêraniya ku li Sûriyê pêkhatiye têra me dike. Em aramiyê dixwazin. Ez ji Erdogan re dibêjim, bes e azarên ku di dirêjahiya 8 salan de te bi gelê Sûriyê daye jiyan kirin."

(şx)

ANHA