Mayînên DAIŞ'ê jiyana şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dixe xeteriyê

Li gel paşguhkirina aliyên navdewletî rewşa şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne, mayînên çeteyê DAIŞ'ê giyana şêniyan dixe xeteriyê.

Mayînên DAIŞ'ê jiyana şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dixe xeteriyê
Mayînên DAIŞ'ê jiyana şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dixe xeteriyê
Mayînên DAIŞ'ê jiyana şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dixe xeteriyê
Mayînên DAIŞ'ê jiyana şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dixe xeteriyê
Mayînên DAIŞ'ê jiyana şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dixe xeteriyê
Mayînên DAIŞ'ê jiyana şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dixe xeteriyê
Mayînên DAIŞ'ê jiyana şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dixe xeteriyê
Mayînên DAIŞ'ê jiyana şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dixe xeteriyê
Mayînên DAIŞ'ê jiyana şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dixe xeteriyê
21 mijdar, 2018   06:46

CAFER CAFO-ELÎ KEDRO / ŞEHBA

Beriya ku herêm ji DAIŞ'ê were rizgarkirin, çeteyan bi zanabûn herêmên Şehbayê wêran kiribûn û gelek mayîn lê çandibûn. Piştî dagirkirina Efrînê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve, şênî neçar man ji malên xwe derkevin û li gund û kampên Şehbayê bi cih bûn. Lê şênî ji ber ku di avahiyên ku bi awayekî beşî hatine wêrankirin bi cih bûne rastî mayînên wan çeteyan tên.

Ji ber vê rewşê heta niha gelek şênî di encama teqîna wan mayînan de ku piraniya wan jin û zarokên birîndar bûne.

Ciwanê bi navê Hûrîk ê 16 salî li Kampa Serdemê dimîne. Hûrîk dema ji gundê Til Sûsinê vedigeriya, mayînek pê de teqiya û di lingê xwe yê rastê de birîndar bû.

Têkildarî bûyerê Hûrîk wiha got: "Ez û hevalên xwe li gundê Til Sûsinê me bi gogê dilîst. Di rêya vegerê de mayînek ku di nav zeviyan de hatibû çandin bi min ve teqiya. Piştre şêniyan ez anîm nexweşxaneya Avrîn. Di encama teqînê de lingê min yê rastê qut bû."

Hûrîk niha tedawiya xwe li nexweşxaneyê didomîne û da ku ji nû ve bimeşe. Ew bi hewcedariya lingekî protez e . Hûrîk bang li aliyên têkildar kir ku alîkariya wî bikin da ku lêçûna lingê protez peyda bike.

Şêniyê bi navê Sebrî Mistefa zarokên wî yên bi nave Azad û Yildiz di encama teqîna mayînek guşî de li nêzî mala ku lê bi cih bûne li navçeya Til Rifatê birîndar bûne. Mistefa wiha got: "Ji bo ku em zarokên xwe ji mirinê xilas bikin em ji Efrînê derketin. Lê di malên ku em lê bi cih bûne de bermahiyên DAIŞ'ê hîna jî hene."

Her du zarok di gelek cihên xwe de birîndar bûne. Heyva Sor a Kurd ji her du zarokan re destwerdanên lezgîn ên pêwîst pêşkêş kir.

Ji kesên ku ji ber teqîna mayîna birîndar bûne zarokê bi navê Mihemed Mistefa ye. Mihemed li rex mala xwe li navçeya Til Rifatê beriya du mehan di encama teqîna mayînekê de birînda bûye.

Apê Mihemed Reşîd Mistefa diyar kir ku gelek şênî di encama teqîna van mayînan de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha Reşîd Mistefa tekez kir ku Heyva Sor a Kurd alîkariyên Tenduristiyê ji şêniyan re pêşkêş dike. Lê ji ber kêm derfet û alavên tenduristiyê nikare rewşên xeter derman bike.

Heta niha zêdetirî 100 haletên birîndarbûnê

Li gorî serjimariya Nexweşxaneya Avrîn û Heyva Sor a Kurd, heta niha di encama teqîna mayînê çeteyên DAIŞ'ê de ku li herêmê çandibûn, 100 bûyer pêk hatine. Yên ku rastî van bûyeran hatine jî piraniya wan zarok û jin in. Ji aliyekî din ve ji ber kêm derfetiyê, alavên tenduristiyê û dermanên pêwîst li gel Heyva Sor a Kurd gelek şêniyan jiyana xwe ji dest dane.

Girêdayî mijarê hevserokê Heyva Sor a Kurd D.Ekrem Ebid ji ajansa me re axivî û got: "Şêniyên Efrînê li Şehbayê di nav mayînên DAIŞ'ê de berxwedana xwe didomînin. Di encama wan mayînan de gelek şênî yan mirine an jî birîdar bûne."

Li gorî D.Ekrem Ebid, Heyva Sor a Kurd 51 haletên birîndarbûnê di encama teqîna mayînan de pêşwazî kiriye. Di nav de 20 zarok, 20 jin, 11 mêr û zêdetirî 50 bûyer ji nexweşxaneyê re hatine veguhestin. Bi vê yekê hejmara birîndarbûnê 100 bûyerî derbas dike.

Di dawiyê de D.Ekrem destnîşan kir ku li gel dorpêçê û qutbûna rêyan û ji ber kêm derfetên Heyva Sor a Kurd ew nikarin gelek brîndariyan derman bikin.

Di nav paşguhkirina rêxistinên navdewletî de ji rewşa şêniyên Efrînê re yên ku li Şehbayê bi cih bûne, çi ji hêla rakirina mayîna an jî pêşkêşkirina desteka pêwîst ji Heyva Sor a Kurd û Nexweşxaneya Avrîn re, şêniyên Efrînê bi mayînên çeteyên DAIŞ'ê re rû bi rû mane.

(şx)

ANHA